Dibistana Şehîd Raxib Harûn a Minbicê xwendekarên serkeftî xelat kirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarên Wê bi hevkariya Komîteya Çalakiyan a Dibistanan şahiya xelatkirina xwendekarên Dibistana Şehîd Raxib Harûn ên di serdema yekemîn de serketfî ne, li dar xist.

Dibistana Şehîd Raxib Harûn a Minbicê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Dibistana Şehîd Raxib Harûn a Minbicê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Dibistana Şehîd Raxib Harûn a Minbicê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Dibistana Şehîd Raxib Harûn a Minbicê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Dibistana Şehîd Raxib Harûn a Minbicê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Dibistana Şehîd Raxib Harûn a Minbicê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Dibistana Şehîd Raxib Harûn a Minbicê xwendekarên serkeftî xelat kirin
Dibistana Şehîd Raxib Harûn a Minbicê xwendekarên serkeftî xelat kirin
29 ÇILE, 2020   13:41
MINBIC

Di şahiyê de endamên saziyên sivîl, leşkerî, dê û bavên xwendekaran amade bûn. Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre gerînendeyê dibistana li taxa Hezawîne Îmad Yûsiv pêşwaziya beşdaran kir û li ser girîngiya zanistê di civakan de axivî.

Yûsiv wiha axivî: "Îro, li vê cihê zanistê yê serbilind ku tê de zarokên me zanist û zanînê werdigirin û xwendekarên xwe yên serkeftî xelat dikin û hêvî dikin ku bigihînin astên herî bilind."

Piştre ji Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Minbicê Nûrî Hesen axivî û xwendekarên serkeftî pîroz kirin. Hesen piştrast kir ku serkeftina xwendekaran ji bêhemdiyê nehatiye, lê belê di encama şopandina mamosteyan û keda xwendekar bi xwe de ya ji bo wergirtina serkeftinê pêk hatiye.

Di şahiyê de şano û stran ji hêla tîmên xwendekarên Dibistana Şehîd Raxib Harûn ve hatin pêşkêşkirin û her wiha şano bi nave "Şehîd zindî ne û namirin" û stranên hatin pêşkêşkirin.

Şahî bi xelatkirina 14 xwendekarên keç û xort a merheleya yekemîn û xelatkirina mamosteyên dibistanê ji hêla Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA