Talîban, balafireke Amerîkayê xist xwarê

Tevgera Talîbanê balafireke Amerîkayê li rojhilatê Afxanistanê xist xwarê.

Talîban, balafireke Amerîkayê xist xwarê
27 ÇILE, 2020   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid di daxuyaniyekê de got, Hemû endamên ekîpê di nav de efserên payebilind ên di balafirê de hatin kuştin û diyar kir ku balafirên li eyaleta Xeznayê ket.

Çavkaniyek ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagon ji kenala "Alhurra" re got, Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Afxanistê bûyerê lêkolîn kir, lê diyar nekir bê ka ya Amerîkayê yan na.

Çavkanî diyar kir ku herêma balafir lê hat xistin herêmeke bi nakok di navbera hikûmeta Kabul û Talîbanê de ye.

Çavkaniyekî din kuştina berpirsên Amerîkayê di bûyerên de derewand.