Cezayê muebbed li kesên destdirêjî li zaroka 3 salî kiriye, hat birîn

Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê cezayê muebbedê li kesên ku sûcê tecawizkirinê û hewldana kuştinê li dijî zaroka 3 salî pêk anîne, birî.

Cezayê muebbed li kesên destdirêjî li zaroka 3 salî kiriye, hat birîn
Cezayê muebbed li kesên destdirêjî li zaroka 3 salî kiriye, hat birîn
Cezayê muebbed li kesên destdirêjî li zaroka 3 salî kiriye, hat birîn
Cezayê muebbed li kesên destdirêjî li zaroka 3 salî kiriye, hat birîn
Cezayê muebbed li kesên destdirêjî li zaroka 3 salî kiriye, hat birîn
26 ÇILE, 2020   13:38
MINBIC

Meclisa Edaleta Civakî ya Minbic û Gundewarên Wê danişîna darizandinê ya dadgehkirina sûcdarên bi navên Eqîl Mûsa (23) û Xalid Hac Hesen (20) ku 1’ê Îlona 2019’an sûcê tecawizê û hewldana kuştina zaroka 3 salî ya bi navê A.Ş. pêk anîne, li dar xist.

Danişîn bi beşdariya 107 delege û rûspiyên eşîran pêk hat û rapora ku Komîteya Gilî û Lêpirsînê pêşkêş kiriye, tê de hat xwendin.

Di danişînê de Desteya Serdozgeriya Giştî ya Nûnertiya Mafên Giştî daxwaza ferzkirina cezayên dijwar li dijî sûcdaran li gorî benda sêyemîn a madeya 297’an û madeyên 101, 105 û 212 ji Qanûna Cezayan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kir.

Di dawiya danişînê de li dijî Eqîl Mûsa û Xalid Hac Hesen cezayê muebbedê tevî xebatên dijwar bêyî efûkirinê hat birîn û her wiha dê 10 milyon lîreyên Sûriyê jî bidin malbata zarokê.

(fr)

ANHA