Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê mazot li 37 hezar malbatan belav kir

Gerînedetiya Sotemeniyê ya Tebqayê ber bi bidawîkirina belavkirina beşa yekemîn a mazota sobeyan ve diçe. Mazot li zêdetirî 37 hezar malbatên Tebqa û gundewarên wê ku li gel Meclisa Sivîl a Tebqayê hatine tomarkirin, belav kir.

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê mazot li 37 hezar malbatan belav kir
26 ÇILE, 2020   13:23
TEBQA

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê dest bi belavkirina mazota sobeyan ji nêzî meh û nîvekê ve kir û hê jî heta niha beşa yekemîn tê belavkirin.

Ji her malbatekê re 200 lître mazot bi bihayê 75 lîreyên Sûriyê derdikeve, anku her bermîleke mazotê bi 15 hezar lîreyên Sûriyê ye. Xebata belavkirinê li gorî malbatên ku li gel Meclisa Sivîl a Tebqayê hatine qeydkirin, pêk tê.

Li ser sedema derengmayîna belavkirina mazotê, hevserokê Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê Ehmed Umer wiha got: "Bi sedema derengmayîna rakirina navên malbatên ku li gel Meclisa Sivîl a Tebqayê hatine qeydkirin, pêk hat. Her wiha jî bi sedema lêzêdekirina navên ku li lîsteyên bingehîn nehatine qeydkirin jî çêbûn. Li aliyekî din jî bi sedema zêdebûna hin malbatên ku koçberî bajar û gundewarên wê bûne jî."

Umer destnîşan kir ku xebata belavkirinê hê jî berdewam e, tu serjimariyeke fermî ya sepandî ya hejmara mazota ku dê bê belavkirinê nîn e, ew jî bi sedema berdewama tomarkirina heta vê kêliyê li ser mazotê ye.

Umer der barê belavkirina beşa duyemîn de anî ziman ku dê piştî bidawîkirina beşa yekemîn dest pê bikin û heman mîqdar e.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rSs-RiI0Fgo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>