Desteya Tenduristiyê li Qamişlo navendek vekir

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê navendeke radyolojî û MRI (renîn mexnatîzî) li bajarê Qamişlo vekir.

Desteya Tenduristiyê li Qamişlo navendek vekir
Desteya Tenduristiyê li Qamişlo navendek vekir
Desteya Tenduristiyê li Qamişlo navendek vekir
Desteya Tenduristiyê li Qamişlo navendek vekir
Desteya Tenduristiyê li Qamişlo navendek vekir
26 ÇILE, 2020   12:03
QAMIŞLO

Navend li taxa Sînaa li pişt Nexweşxaneya Dil û Çavan a bajarê Qamişlo bi merasîmekê hate vekirin.

Navend ji aliyê dayika şehîd Leheng Henîfa Hesen û dayika şehîd Dilvîn Qamişlo Gulîstan Ezîz ve hat vekirin. Di merasîmê vekirinê de Heyva Sor a Kurd, endamên Desteya Tenduristiyê û gel amade bûn.

Li gorî agahiyên ku desteyê dane, navend wê ji saet 08.00`ê sibehê heta 16.00`ê piştî nîvro nexweşan pêşwaz bike. Navend dê ji koçber, hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pere nestîne.

Hevsroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Dr. Raperîn Hesen li ser girîngiya vekirina vê navendê axivî. Raperîn bal kişand ser vekirina beşên nû û got: "Piştî demeke din dê alavên nû bên peydakirin. Di heman demê de, dê şaxê tedawiya ji penceşêrê bê vekirin."

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê di 22’yê Çileya 2019`an de nexweşxaneya dil û çavan û di 1`ê cotmeha 2019`an navenda keşfkirina zû ya pençeşêra pêsîran vekiribûn.

(ekîb(

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DElH2-8Voes" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>