Li Şehbayê werza duyemîn a perwerdeyê dest pê kir

Kantona Şehbayê dest bi werza duyemîn a sala xwendinê ya 2019-2020’an piştî betlaneya navberê bi dema 15 rojan, kir.

Li Şehbayê werza duyemîn a perwerdeyê dest pê kir
Li Şehbayê werza duyemîn a perwerdeyê dest pê kir
Li Şehbayê werza duyemîn a perwerdeyê dest pê kir
Li Şehbayê werza duyemîn a perwerdeyê dest pê kir
Li Şehbayê werza duyemîn a perwerdeyê dest pê kir
26 ÇILE, 2020   10:42
ŞEHBA

Îro deriyên dibistanan li hember xwendekarên herêma Efrînê yên koçber, di werza (serdem) duyemîn a sala xwendinê ya 2019-2020’an de hatin vekirin, her wiha xwendekarên her sê merheleyên seretayî, navîn û amadehî berê xwe da dibistanan.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) di 9’ê Çileyê de dest bi betlaneya dibistanan kir, di betlaneyên de karnameyên dibistanan li xwendekaran di 12’yê Çileyê de belav kirin.

Careke din xwendekar vegerîn dibistanên xwe, tevî ku xwendekar xwendina xwe li dibistanên nîvwêrankirî û gelek pêwîstiyên wê kêm in, werdigirin lê dîsa xwendekar xwendina xwe didomînin.

Mamosteya dibistana gundê Til Şiîr ê navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê Meryem Xan wiha got: "Xwendekaran bi coşeke mezin tevî rewşên koçberiyê yên dijwar jî û kêmbûna derfetan, berê xwe da dibistanan."

Meryem îşaret pê kir ku werza yekemîn serkeftî derbas bû û xwendekaran bi awayekî baş xwendin wergirt û hêvî kir ku dê sala bê xwendekar xwendina xwe li Efrînê bidomînin.

Xwendekara koçber a koçberî gundê Til Şiîr bûye ya bi navê Ayşa Hesen ku di refa 6’an de dixwîne, piştrast kir ku tevî rewşên dijwar ên koçberan, di xwendina xwe de bi israr e û hêvî kir ku dê sala bê li Efrînê berdewam bike.

(fr)

ANHA