Rêbertî hertim banga yekîtiya Kurdan dikir

Şêniyê bi navê Abdulrehman Erneb ji bbreiya 28 salan bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye. Erneb dibêje: “Rêbertî hertim banga yekîtiya Kurdan dikir.”

Rêbertî hertim banga yekîtiya Kurdan dikir
26 ÇILE, 2020   06:39
HELEB-ARIF SILÊMAN SILÊMAN-MIHMED ABDO

Abdullah Rehman Erneb ji şêniyên gundê Hec Xelîl ê navçeya Raco ya kantona Efrîna dagirkirî ye. Dema di sala 1986’an de erka xwe ya leşkeri bi cih dianî, bi rêya hevalekî xwe Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike.

Welatiyê bi navê Abdulrehman Erneb dema 1992`an bi şêniyên bajarê Helebê re çû serdana Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubanê, bi Rêbertî re civiya.

Abulrehman wiha got: “Dîtina min a Rêbertî cihê serbilindiyê ye. Rêbertî li kampekê li herêma Baalbek a Lubnanê dima. Sekna Rêbertî sekneke bi heybet û hêz bû. Heta niha di bîr û bala min de maye. Rêbertî bi parvekirinên xwe hişt em bi baldarî lê guhdarî bikin. Rêber Ocalan di destpêka axaftina xwe de, bi xêrhatina me kir û got, ‘ez bihatina we kêfxweş im. Ji ber we ji bo dîtina min sînor bê tirs derbas kirin. Ev jî tê wateya we bendên cîhanê di navbera min û ew danîne, şikandin. Rêbertî bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û wiha parve kir, ‘divê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike û nekevin bin destên ajandeyên derve. Bi vê yekê dikarin dîrok, çand  û welatê xwe biparêzin. Eger em şopdarên azadiyê bin wê demê destkeftiyên Kurdan jî vala naçin.’”

Abdulrehman Erneb di dawiya axaftina xwe de bang li partiyên kurdî kir û got: “Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê lidar bixin. Li dijî binpêkinên artêşa Tirk bisekinin. Gelê Kurd tenê bi yekîtiyê dikare xwedî li bangên Rêbertî derbikevin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1VvWRyXXMnc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>