Li navenda ku Gerînendetiya Zimhêrê vekiriye, kel û pelên xwarinê bi erzanî tên firotin

Li Kobanê Gerînendetiya Zimhêrê bi ketina lîreyê Sûriyê li hemberî dolarê amerîkî ku di encamê de kel û pel gelekî biha bûn, navendek vekir. Di navendê de kel û pelên xwarinê bi buhayekî erzan tên firotin.

Li navenda ku Gerînendetiya Zimhêrê vekiriye, kel û pelên xwarinê bi erzanî tên firotin
20 ÇILE, 2020   13:42
KOBANÊ

Ev navend di çarçoveya hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo alîkariya welatiyan de hate vekirin.

Navend ji hêla Gerînendetiya Zimhêrê ve hate vekirin û Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê destekê didiyê.

Di navendê de kel û pelên xwarinê wekî birinc, zeyt, rûn û ard peyda dibin. Di rojên pêş de jî, wê şekir, çay, borxil û hwd. di navendê de bi erzanî werin firotin.

Rêveberiya Xweser bi qîmeta 200 hezar dolar ev navend vekir.

(kc)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sjPXTzzFn0I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>