‘Divê civaka navneteweyî ji bo parastina gelên Sûriyê ji terora dewleta Tirk, bi erka xwe rabe‘

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê di salvegera duyemîn a destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker de bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî kiryarên dewleta Tirk pêk bîne.

‘Divê civaka navneteweyî ji bo parastina gelên Sûriyê ji terora dewleta Tirk, bi erka xwe rabe‘
20 ÇILE, 2020   13:31
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê di salvegera duyemîn a destpêkirina êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê de, daxuyaniyek da. Rêveberiya Xweser xweragirtina gelê Efrînê û israra wan a vegerê ruxmî zehmetiyan, pîroz kir.

Endama Rêveberiya Xweser Eyşe Nasir daxuyanî li pêş avahiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê li bajarê Kobanê bi amadebûna endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke vê rojê di 2018`an de, dewleta Tirk a faşîst û komên terorîst ên radîkal bi hovîtî êrişî herêma Efrînê ya ewle kir û serweriya hikumeta Sûriyê û hemî pîvanên navdewletî binpê kir. Dewleta dagirker di êrişa xwe de hemû cureyên çekan û siyaseta erdê şewitî bi kar anî, her wiha tevî çeteyên xwe komkujiyên hovane pêk anîn.

Gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe berxwedaneke dîrokî reva kir. Ji ber ku dewleta Tirk xwe nikarî Efrîn dagir bikira û xwe li hemberî berxwedana gel ranegirt, ji bo tirsandina şêniyan çekên kîmyawî yên qedexekirî bi kar anî û gund û bajarê Efrînê topbaran kir û komkujî li dijî sivîlan pêk anî. Li beramberî vê hovîtî û komkujiyan cîhan bê deng ma. Rejîma Sûriyê jî ji bo parastina serweriya Sûriyê tiştek nekir û gelê Efrînê rû bi rûyê vê hovîtiyê re hişt.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe bi vê yekê têr nebûn, lê belê ji bo tirsandina şêniyan û koçerkirina wan her wiha ji bo guhertina demogrefiya herêmê û dagirkirina erdên Srûiyê, kiryarên terorî ji kuştin, revandin û destdirêjiyê li dijî şêniyên resen pêk anî.

Çavnebariyên dewleta Tirk bi Efrînê sînordar nema. Dewleta dagirker hewl dide tevahiya Rojhilata Navîn dagir bike û împratoriya xwe ya terorî zindî bike. Her wiha fitneyê di nava gelên Rojhilata Navîn de derxe. Ji bo vê yekê terorîstên xwe dişîne dewletên cîhanê û kiryarên xwe yên dijmirovî û dijexlaqî li Serêkaniyê û Girê Spî dewam dike.

Bi vê boneyê em xweragirtina gelê xwe û israra wan a vegera Efrînê silav dikin û şehîdên Berxwedana Serdemê û Berxwedana Rûmetê bi bîr tînin. Her wiha em bang li tevahî gelê Sûriyê dikin ku ji bo rizgarkirina Sûriyê ji dagirker û terorîstan, têkoşîna xwe di asteke bilind de dewam bikin. Her wiha em bang li civaka navdeweltî dikin ku ji bo parastina gelên Sûriyê ji terora dewleta Tirk, berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”

(cx)

ANHA