Şêniyên Kobanê: Divê Efrîn bê rizgarkirin

Şêniyên bajarê Kobanê êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê şermezar kirin û bal kişandin ser girîngiya rizgarkirina Efrînê ji çeteyan.

Şêniyên Kobanê: Divê Efrîn bê rizgarkirin
20 ÇILE, 2020   10:48
KOBANÊ

Bi rashatina êrişên artêşa Tirk ên li dijî  kantona Efrînê, ajansa me hevdîtin bi şêniyên bajarê Kobanê re çêkir. Şêniyan êrişên artêşa Tirk şermezar kirin û îşaret bi piştgiriya şêniyên Efrînê heta rizgarkirina bajar ji dagirkeriyê, kirin.

Artêşa Tirk di 20’ê Çileya 2018`an de êrişî kantona Efrînê kir û piştî şervanên QSD`ê 58 rojan li ber xwe dan, di 18 Adarê de navenda bajêr û bi sedan gundên wê  dagirkirin.

Şêniyê bi navê Cîhan Mihmed Bozan axivî û êrişên artêşa Tirk ên li dijî kantona Efrînê şermezar kir. Cîhan wiha got: “Artêşa Tirk li dijî kantona Efrînê kiryarên hovne pêk anîn û hêj li pêşberî çavên cîhanê li dijî sivîlan sûcên şer pêk tîne. Em wekî şêniyên bajarê Kobanê heta dawiyê li ber xwe bidin û piştgiriya şêniyên Efrînê bikin. Kantonê ji artêşa Tirk û çeteyên wê rizagar bikin.”

Şêniyê bi navê Welat Şêxo got: “Em êriş û binpêkirinên artêşa Tirk li dijî sivîlên kantona Efrînê pêk tîne red dikin û ev tê wateya binpêkirina serweriya xaka Sûriyê. Artêşa Tirk kiryarên ku heta niha li ser Efrînê dide meşandin li Girê Spî û Serêkaniyê jî pêk tîne. Lewma em ê heta rizgarkirina xaka xwe ji çeteyan mil bi mil li gel hêzên xwe bin.”

Şêniya bi navê Salha Elî jî got: “Artêşa Tirk li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê demografiya herêmê diguhere û kiryarên qetilkirin, talankirin û wêrankirinê li dijî mal û milkên sivîlan pêk tîne .Lewma şêniyên bajarên navborî koçber dike  û malbatên çeteyên ên ku ji herêmên rejîma Sûriyê reviyan bi cih dike.  Şêniyan li dijî xetertirîn komên çeteyan şer kirin û têk birin. Lê tevî vê jî kes guhdanê bi şêniyên herêmê nake.”

(eh)

ANHA