Foza Yûsiv: Divê planên aborî yên altarnatîf û projeyên geşkirinê bên dîtin

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsiv bang kir ku planên altarnatîf û projeyên geşkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibîn da ku li hember aloziya aborî bisekinin.

Foza Yûsiv: Divê planên aborî yên altarnatîf û projeyên geşkirinê bên dîtin
18 ÇILE, 2020   13:01
QAMIŞLO

Foza Yûsiv, di civana salane ya Meclisa kantona Qamişlo ya 2019’an ya ku li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan li dar ketiye de, axiv.

Foza di axaftina xwe de behsa rewşa niha li herêmê kir û her wiha bal kişand ser rewşên aborî ligel kêmbûna nirxa lîreya Sûriyê û bihabûna kel û pelan.

Foza Yûsiv di destpêkê de îşaret pê kir ku herêm bi awayekî giştî di aloziyeke aborî re derbas dibe ku li hin welatan bû sedema lidarketina xwepêşandanên gelêrî weke Iraq, Lubnan, Îran û dewletên dîtir.

Foza Yûsiv diyar kir ku destpêkirina cezayên Amerîkayê yên bi "qanûna Qeyser" li dijî Sûriyê tê nasîn, dê bi xwe rewşeke aborî ya tevlihev ya mezin pêk bîne û wiha got: "Ji lewre divê li gel Rêveberiya Xweser, planeke aborî ya altarnatîf hebe. Her wiha Desteya Aboriyê û desteyên dîtir ên Rêveberiya Xweser hişyar kir ku planên aborî yên pispor bibînin û nîqaş bikin da ku piştevaniya projeyên geşkirin û dan û standina bi rewşa niha re, bike."

DIVÊ KOMÎTEYÊN JI PISPORÊN ABORÎ Û ENDAZYARAN BÊN AVAKIRIN

Foza Yûsiv piştrast kir ku pirsgirêka rewşa aborî, dê bandoreke neyênî li ser rewşa siyasî bike, bi taybet dewleta Tirk a dagirker hewl dide aramiya herêmê derbe bike. Bi wê re jî pêwîstî bi xebata dan û standina bi rewşa aborî ya cidî re heye.

Foza Yûsiv pêşniyar kir ku divê komîteyên aborî yên taybet ji endazyar û pisporên aborî bên avakirin da ku nêrîn, perspektîv, plan û projeyên geşkirinê yên altarnatîf li ser asta Herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyê pêşkêş bikin.

Foza Yûsiv di dawiyê de piştrast kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derfetên ji madeyên guncaw wek sotemenî, tov û ard heye ku aramiyekê bi rêya dîtina projeyên geşkirinê yên cidî, pêk bîne. Her wiha li gel rêveberiyên herêmê tecrûbe li hember dorpêç hene ku piştevaniya tevahî deste û komîteyan bikin da ku li hember vê rewşê berpirsiyar bin.

(fr)

ANHA