Li Dêrazorê motorsiklêtekî bombebarkirî hat bêbandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Dêrazorê motorsklêtekî bombebarkirî bê bandor kir.

Li Dêrazorê motorsiklêtekî bombebarkirî hat bêbandorkirin
18 ÇILE, 2020   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku agahî ji welatiyekî ji bajarokê El-Şinan ê gundewarên Dêrazorê hat girtin ku motorskilêtekî bombebarkirî bi gûman heye û li ser qiraxa rê hatiye bicihkirin, hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe dan cihê bûyerê.

Piştî lêkolînê hat diyarkirin ku motorsiklêt bombebarkirî ye. Tîmek rakirina mayînan a hêzên Ewlekariya Hundrîn derdora cihê bûyerê dorpêç kir û motorsiklêta bombebarkirî bê bandor kir bêyî ku tu zerar derkevin.

(bx)