Erdogan şerê xwe yê hilbijartinan zû dest pê kir

Komseriya Bilind a Hilbijartinan a dewleta Tirkiyê Partiya Pêşerojê ya nû ku serokwezîrê îstîfakirî Ehmed Davûdoglu damezrandiye, ji hilbijartinên pêş de bi dûr xist.

Erdogan şerê xwe yê hilbijartinan zû dest pê kir
18 ÇILE, 2020   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Komseriya Bilind a Hilbijartinan a dewleta Tirk lîsteya partiyên ku dê beşdarî hilbijartinên pêş bibin, ragihand û her wiha Partiya Pêşerojê ya nû ku Ehmed Davûdoglu damezrandiye, ne di lîsteya hilbijartinan de bû.

Di daxuyaniya Komseriya Bilind a Hilbijartinan de hat gotin ku partiyên ku ji lîsteyê hatine bidûrxistin" mercên wan ên guncaw ku beşdarî hilbijartinên muhtemel bibin, tune ne."

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Partiyên ku komeleya xwe ya giştî beriya 6 mehan ji hefteya duyemîn a Çileya 2020’an bi rêxistin kirine û yên ku rêxistina xwe ya partiyê di nîvê 81 parêzgehên dewleta Tirkiyê de herî kêm sepandine, dê têkevin lîsteya hilbijartinê."

Diyar e merca ku Komeriyê daniye, partiya hevrikê serokkomar Recep Teyyîp Erdogan hedef digire.

Partiya Davûdoglu lîsteyan navan bi 154 endamên damezrîner ku ji wan jî rayedarên berê yên AKP’yê yê bi serkêşiya Erdogan bûn, belav kir.

 (fr)