Serlêdana malbatan hate redkirin

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Imraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsaye dan. Serlêdan dîsa nehate qebûlkirin.

Serlêdana malbatan hate redkirin
18 ÇILE, 2020   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Memet Ocalan û wasîsê wî Mazlûm Dînç bi rêya parêzeran re duh ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdan hate redkirin.

Her wiha serlêdana malbatên Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim, Veysî Aktaş jî nehate qebûlkirin.

Serdozgeriyê bi hinceta ''sînordarkirinên derbarê cezaxwariyan'' serlêdana malbatan qebûl nekir.