Rojeva rojnameyên erebî-18 Çile

Têkçûna agirbesta nû ya Rûsya û Tirkiyê li Idlibê û rewşa Lîbya û Iraqê, mijarên sereke yên rojnameyên erebî yên vê sibehê bûn.

Rojeva rojnameyên erebî-18 Çile
18 ÇILE, 2020   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: DESTHILATA TIKIYÊ LI SÛRIYÊ BER BI TÊKÇÛNÊ VE YE

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine der barê rewşa Sûiyê de gelek mijar girtin dest. Ya sereke jî desthilata Tirkiyê bû. di vê der barê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: " Hêzên rejîma Sûriyê ku piştgiriya xwe ji Rûsyayê digirin beşdarî şerê dawîkirinê li gundewarên Heleb û Idlibê bû. Ev yek piştî kêmbûna "destkeftiyên" ku artêşa Tirk di êrişa xwe ya bi navê "Nebi El-Selam " de bi dest xistine û zirarên hêzên Tirkiyê li rojhilatê çemê Firatê.

Rojhilatê Sûriyê ku rojane rastî êrişên bi erebeyên bombebarkirî tê, ji bo hêzên Tirkiyê veguheriye dojehê. Herî dawî roja çarşemê li herêmeke li rojhilatê çemê Firatê erebeyeke bombebarkirî teqiya û di encamê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin. Tevî agirbestê jî, hêzên rejîmê êrişeke dijwar birin ser gundewarên rojavayî Helebê ku dikeve nava herêmên "bê çek".

Ev yek di demekê de ku komên terorîst ên girêdayî Îranê hefteya borî hêza xwe li eniyên gundewarên rojavayî Helebê bi cih kir, her wiha gelek alîkariyên leşkerî ji Dêrazor (rojhilat), Hemayê (nîvî) û Lazîqiyê (bakur rojava) anîn.

Rojhilatê Sûriyê êdî veguheriye goleke avê ji bo hêzên Tirkiyê ku rastî êrişan tê û gelek zirar di hêzên wê de çêdibin.

Şopînerên rewşa Sûriyê dibêjin ku birêxêxistinkirina êrişan li dijî hêzên Tirkiyê ji meha borî de li Girê Spî û Serêkaniyê, zêde bûye. Enqere jî nikare şêwazekî ji bo bersivdayîna van êrişan ku piranî bi erebeyên bombebarkirî pêk tên, bibîne.

ÎMARAT EL-YEWIM: NY: AGIRBESTÊ NIKARÎ SIVÎLÊN LI IDLIBÊ BIPARÊZE

Rojnameya Îmarat El-Yewim jî wiha nivîsî: " Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya Mafên Mirovan Michel Bachelet duh bang li agirbesteke lezgîn li Idlibê kir û wiha got: agirbesta dawî li Sûriyê careke din nikarî sivîlan biparêze."

 Bachelet bi daxuyeniyekê der barê agirbesta ku diviyabû beriya hefteyekê biketa meriyetê wiha got: " Gelekî bi êş e ku rojane sivîl di êrişên hewayî û bejahî de bên kuştin."

Neteweyên Yekbûyî (NY) beriya duh diyar kiribû ku derdorê 350 hezar welatiyên Sûriyê ku piraniya wan jin û zarok in, ji destpêka meha Kanûnê de ji ber dewamkirina êrişên bi destekdayîna Rûsyayê li ser Idlibê, berê xwe dan herêmên nêzî sînorê Tirkiyê.

EL-BEYAN: KONGREYa BERLÎN METIRSIYÊN JI SÎNARYOYA "BÊ ÇEK" A SÛRÎ YE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha got:"Li gorî reşnivîsa bidawîkirina kongreyê Berlînê ku kongre ber bi lihevkirina der barê agirbestê û mekanîzmeyeke bi gûman ji bo çavdêriyê ve diçe bêyî ku çareserî ji bo dawîkirina aloziyê were dayîn. Ev yek dibe ku bibe destpêka destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê da ku bibe noqteyên çavdêriya agirbestê wekî ku li Sûriyê pêk hatî mîna sînaroya herêma “Bê çek”.”

EL-ŞERQ EL-EWSET: NAKOKIYÊN KURDÎ – ŞIYÎ DER BARÊ AMERÎKA DE "HEVGIRTINA DÎROKÎ" BIDAWÎ DIKE

Girêdayî rewşa Iraqê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand:"Ji daxuyaniyên berpirsên Bexdad û Erbîl (Dihok) diyar dibe ku nakokiyên di navbera her du aliyan de der barê biryara bidawîkirina hebûna Amerîka li Iraqê, dijware. Wan nakokiyan "Hevgirtina dîrokî" ya Kurdî û  Şiyî di serdema serokê berê yê Iraqê Sedam Husên de, bdawî kir. Piştî 17 salan rewş bi temamî hate guhertin. Vekişandina Amerîkî li gorî biryara Şiyî ya tekane ji aliyê parlementoyê Iraqê diyar dibe ku ew e ya ku hevgirtin bidawî kir. Destpêkê ji daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Niçîrvan Berzanî ji malpera Al-Monitor re ku têde got:"Kurd û Ereb ên Sunî beşdarî vê biryarê nebûne". Her wiha got:"Ev biryar ne başe."

(cx-bx)