Li Kobanê civîna malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê li dar ket

Di civîna malbatên şehîdan de ku li herêma Firatê li dar ket, Kêlo Elî Husên got “Divê malbatên şehîdan erkên xwe li hember şehîdan baş bizanin da ku hêviyan wan pêk bînin."

Li Kobanê civîna malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê li dar ket
Li Kobanê civîna malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê li dar ket
Li Kobanê civîna malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê li dar ket
Li Kobanê civîna malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê li dar ket
17 ÇILE, 2020   13:40
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan ên Berxwedana Rûmetê li Hola Firatê ya bajarê Kobanê civînek li dar xist.

Di civînê de bi dehan malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê yên bajarên Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê, amade bûn.

Di civînê de rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Kêlo Elî Husên axivî û behsa asta pêşketina gelên herêmê bi giştî û gelê Kurd bi taybet a bi saya kedên şehîdan kir. Husên wiha axivî: "Divê malbatên şehîdan bi keç û xortên xwe yên şehîd ên ku parastina vê xakê kirine û bi lehengî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer kirine, serbilind bin."

Husên di axaftina xwe de îşaret bi cewher û haveyna rastîn a jiyanê ya şehîdan kir û wiha got: "Divê em erka xwe li hember van şehîdan binasin da ku hêvî û rêça wan bi cesaret û israr pêk bînin."

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Kêlo Elî Husên di dawiya civînê de wiha anî ziman: "Ev êriş û planên dijminatî yên li dijî gelê Kurd bi hedefa qirkirina me ne. Lê belê ev êriş û plan israr û vîna me ya berxwedanê naşikîne û dê asta têkoşînê li hember van êrişan bilind bikin û dê li ser rêça şehîdan bimeşin."

(fr)

ANHA