PYD’ê di civîna xwe ya salane de banga parastina têkbirina dewleta Tirkiyê kir

Beşdarên kongreya salane ya PYD`ê şaxê Qamişlo bang li dewletên cîhanê yên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de piştgiriya wan kirine ku helwestên xwe yên mirovî dewam bikin û zagonên ku di çarçoveya şer de hatin derxistin, ji bo têkbirina dagirkeriya Tirkiyê pêk bînin.

PYD’ê di civîna xwe ya salane de banga parastina têkbirina dewleta Tirkiyê kir
PYD’ê di civîna xwe ya salane de banga parastina têkbirina dewleta Tirkiyê kir
PYD’ê di civîna xwe ya salane de banga parastina têkbirina dewleta Tirkiyê kir
17 ÇILE, 2020   14:22
QAMIŞLO

PYD`ê şaxê Qamişlo civîna xwe ya salane ji meclisên  herêmê, navçeyan û bajarokên kantona Qamişlo re li dar xist. Da ku rewşa rêxistinî ya sala çûyî û geşedanên dawî li herêmê û taybet piştî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re binirxîne. Her wiha li ser girîngiya xurtkirina xebatên rêxistinî li herêman, da ku li pêşiya hemû êrişan bisekinin, axivî.

Civîn li hola navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo bi beşdariya endamên rêveberiyên buroyên partiyê li navçe û bajarokan, hat lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê rapora rêxistinî ya xebatên partiyê ya sala çûyî hat xwendin.

Paşê endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Selman Ebû Bekir axivî û wiha got: "Di sala çûyî de gelek bûyer rû dan. Her wiha diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêdayîna dewletên cîhanê û di serî de Rûsya û Amerîka pêk hat ew bi xwe şerê cîhanê yê sêyemîn e."

Selman destnîşan kir ku ew wek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê bêdeng namînin û soza xwe ya parastina destekfteyên ku bi saya şehîdan pêk hatin, dikin.

Selman Ebo Bekir wiha got: "Berxwedana ku şervanên me li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî meşandiye, cîhan hejand, gelek dewletan li dijî dagirkeriyê piştgiriya me kir."

Her wiha Selman di axaftina xwe de bang li dewletên cîhanê yên ku di êrişên dagirkeriya Tirk de piştgiriya wan kir ku helwestên xwe yên mirovî dewam bikin û qanûnên ku di çarçoveya şer hatin derxistin de, ji bo têkbirina dagirkeriya Tirkiyê pêk bînin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Selman Ebû Bekir di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevliheviya rewşên aborî di demên dawî de, şerê li ser gelê me ye û divê li pêşiya hemû êrişan bisekinin û ji armancên xwe gavekê paşve venekişin."

Paşê rewşa rêxistinî ji aliyê beşdaran hate nirxandin, kêmasiyên ku di sala borî de derketin hatin nîqaşkirin, taybet di aliyê rêxistinî û îşaret bi girîngiya lidarxistina civînan ji hemû şaxên PYD`ê li hemû navçe, bajarok û herêman hat kirin.

Her wiha beşdaran îşaret bi girîngiya xurtkirina xebatên xwe yên rêxistinî kir, ji ber ev dê wan bigihîne armancên wan a parastina gel û destkeftiyên ku bi saya şehîdan pêk hatine.

Di dawiya civînê de beşdaran soza domandina rêya şehîdan ji gel re heta derxistina dewleta Tirk a dagirker ji xaka wan, da.

(jo)

ANHA