Şêxmûs Ehmed: Girtina deriyan biryareke siyasî ye

Serokê Buroya Kar û Barên Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku girtina deriyan li Bakur û Rojhilatê  Sûriyê biryareke siyasî ye da ku zextê li Rêveberiya Xweser bike.

Şêxmûs Ehmed: Girtina deriyan biryareke siyasî ye
17 ÇILE, 2020   13:28
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya niha dabû xuyakirin ku biryara Meclisa Ewlehiyê ya der barê girtina deriyan li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji xaka Sûriyê re û tenê deriyên di bin kontrola dagirkeriya Tirk de vekirî bin, di çarçoveya hevpeymana Tirkiye û Rûsyayê de pêk hatiye.

Der barê mijarê de serokê Buroya Kar û Barên Koçberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ji ANHA`yê re axivî û wiha got: " Der barê koçberên li herêmê de em li gorî peyman, erkên wê yên mirovî û sozên wê beramberî koçberan bi hemû aliyên peywendîdar re de di nav dan û standinan de ne, bi taybet bi Komseriya Koçberan re, ji ber Sûriye niha navenda koçberan e."

Şêxmûs Ehmed wiha domand: "Hejmareke zêde ji penaberên Iraqî û çeteyên DAIŞ`ê niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di zindanan de ne. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda koçberan e."

Ehmed wiha pê de çû: "Gelek hevdîtin bi Komseriya Koçberan a girêdayî NY`yê re û rêxistinên peywendîdar re ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberan re hene. Lê mixabin bi destpêkirina dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gelek rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan derketin, Komseriya Koçberan jî ku erka wê alîkariya koçberan e, peymana xwe li gel rejîma Sûriyê nû nekir."

Di der barê biryara dawîn a ku ji Meclisa Ewlehiyê  li ser deriyên sînor ên li Sûriyê û bi taybet deriyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girt, Şêxmûs Ehmed wiha got: "4 deriyên derbaskirina alîkariyên mirovî li Sûriyê hebûn; deriyê Ramsê di navbera Urdun û Sûriyê de, deriyê Til Koçer û 2 deriyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de. Alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Til Koçber dihatin, lê ji dema derxistina biryara Meclisa Ewlehiyê  û mafê vetoyê ji aliyê Rûsyayê û dewleta Tirk ve û vekirina 2 deriyan li herêmên dagirkirî ji aliyê Tirkiyê ve, her wiha kêmbûna dema alîkariyan ji salekê heta 6 mehan, alîkarî jî kêm bû."

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku girtina deriyên sînor dê bandorek neyîn ya mirovî çêke. Bi taybet di demekê de ku hejmareke mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taybet li navendên koçberan, ev yek bandorê li meşandina xebatên mirovî dike û rewşeke tevlihev li kampan çêdike.

Ehmed wiha diyar kir: "Gelek dewletan biryara girtina deriyên sînor red kir, bi taybet Fransayê ev yek li Komseriya Neteweyî ya Fransayê ji aliyê wezîrê karên derve yê Fransayê ve hate nîqaşkirin, ku ev biryar dê rewşên tevlihev û taybet li kampên Holê û Roj derxe ku hejmareke mezin ji koçberan li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Piştî vexwendina fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ji bo pêşwazîkirina koçberên ji herêmên Idlibê dibe ku hejmara koçberan zêde bibe."

Her wiha Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku bi gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girtina deriyên sînor re dê karesatên mirovî çêbibe û got: " Ji ber vê yekê em bang li rêxistinên mirovî û taybet komseriya koçberan a NY`ê dikin ku ji biryara xwe paşve vekişe û biryarên nû ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û tendursitiyê bigirin."

Şêxmûs Ehmed got: "Ev biryar hat vetokirin ku Rûsya di Meclisa Ewlehiyê de ji bo dewleta Tirk bi kar anîn, ji ber hevpeymaneke fermî û rasterast di navbera Rûsya û Tirkiyê de heye, ji ber deriyên ku hatin girtin di bin kontrola dewleta Tirk û çeteyên wê de ye û alîkarî nagihîjin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev biryareke siyasî ye da ku bihêle Rêveberiya Xweser daxwazên dewleta Tirk û Rûsya û rejîma Sûriyê pêk bîne."

Di dawiya axaftina xwe de Şêxmûs Ehmed wiha got: "Em bang li Koalîsyona Navneteweyî ku li kêleka QSD`ê şerê DAIŞ`ê kir û piraniya herêmê ji terorê rizgar kirin dikin û dibêjin ku Rêveberiya Xweser erkên mirovî dide ser milê xwe, lê ne bes e, ji Koalîsyona Navneteweyî û taybet DYA`yê tê xwestin ku zextê li rêxistinên mirovî bikin da ku ji biryara xwe vekişin û biryarên nû ji bo vekirina deriyê Til Koçerê bidin."

(jo)

ANHA