Şêniyên koçber ên Efrînê: Em ê vegerin warê xwe

Şêniyên Efrînê bi rasthatina nêzbûna salvegera êrişkirina artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Efrînê re meşek li dar xist û got “Em ê vegerin Efrînê û dijmin ji xaka xwe biqewitînin.”

Şêniyên koçber ên Efrînê: Em ê vegerin warê xwe
Şêniyên koçber ên Efrînê: Em ê vegerin warê xwe
Şêniyên koçber ên Efrînê: Em ê vegerin warê xwe
Şêniyên koçber ên Efrînê: Em ê vegerin warê xwe
Şêniyên koçber ên Efrînê: Em ê vegerin warê xwe
Şêniyên koçber ên Efrînê: Em ê vegerin warê xwe
17 ÇILE, 2020   13:17
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrînê bi sedema redkirina dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên li dijî kantona Efrînê yên ku di 20’ê Çileya 2018’an de pêk hatine, meşek li dar xist.

Meşvanan, wêneyên şehîdên berxwedanên Serdem û Rûmetê, pankartên bi zimanên erebî, kurdî û îngilîzî bi nivîsên "Na ji guhartina demografiyê re, na ji kuştina zarokan re, na ji koçberiya bizorê re” û “Em ê vegerin Efrînê û dijmin ji xaka xwe biqewitînin" hildan.

Meş ji pêş Kampa Serdemê tevî dirûşmên silavkirina berxwedana şehîdan û redkirina dagirkeriyê, dest pê kir. Meş li kampê vegerî mîtîngê û piştre deqeyekê rêz hat girtin. Dûre hevserokê Meclisa Kampa Serdemê Idrîs Weqas wiha got: "Peymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de bû sedema dagirkirina Efrînê."

Weqas diyar kir ku şêniyên Efrînê di berxwedana xwe de heta rizgarkirina Efrînê berdewam in û piştrast kir ku komployeke li dijî wan pêk hat û dê nehêlin bi ser bikeve û dê heta rizgarkirinê li ber xwe bidin.

Rêvebera Kongreya Star Salha Mihemed bal kişand ser ku sala 2018 ji bo şêniyên Efrînê saleke reş bû piştî ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrînê dagir kir, şêniyên wê ji neçarî koç kir.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Efrînê bi dawî bû.

(fr)

ANHA