Çete rêyên nû bi kar tînin û şêniyan dixapînin

Koçberekî bi navê Umer Hesen got çeteyên dewleta Tirk a dagirker mal û milkên gel desteser dikin û kesên ku ji herêmên di bin dagirkeriya wan de derketin, dixapînin da ku vegerin.

Çete rêyên nû bi kar tînin û şêniyan dixapînin
17 ÇILE, 2020   12:21
EYN ÎSA

Umer Mistefa Hesen ji gundê Yabisê yê girêdayî kantona Girê  Spî ye ku niha li kampa koçberên Girê Spî dimîne. Hesen got: "Çete di nav şêniyan de gotegotên belav dikin ku ew ê mal û milkên kesên li herêmên Rêveberiya Xweser dimînin ji traktor û alavên çandiniyê, eger vegerin û peran bidin wan."

Her wiha destnîşan kir ku li gorî agahiyên ji kesên li herêmê dimînin bi dest ketine ku çete kesên ku diçin gel wan û bi hincetên ku binyada wan tune ye digirin, da ku malbatên wan neçar bimînin peran bidin.

Mistefa Hesen piştrast kir ku ew rojane bi nasên xwe yên li herêmê re di nav dan û standinan de ye, xizmên wî her bi gazin in ku rewşa Girê Spî zehmet e û diyar kir ku şênî wê rewşê tehemûl nakin, bi tirs in ku çete malên wan desteser bikin.

Her wiha welatiyê bi navê Mistefa destnîşan kir ku çete mazotê difiroşin kesên ku pezan xwedî dikin û pereyên pir ji wan distînin, di rojên din de jî çeteyên din dişînin da ku wan şantaj bikin û hincetan derdixin da ku bê pere ji wan bistînin û şêniyan neçar dikin ku pereyan bidin da ku wan nexin girtîgehan.

(jo)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Tr9M6jEyhck" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>