Li Heleb û Idlibê di navbera çeteyên Tirkiyê û rejîmê de şer dewam dike

Vê sibehê balafirên Rûsyayê li dijî çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li bejahiyên rojavayê bajarê Helebê derbeyên asîmanî pêk anîn û li rexê jî şer di navbera hêzên rejîm û çeteyan de rû dide.

Li Heleb û Idlibê di navbera çeteyên Tirkiyê û rejîmê de şer dewam dike
17 ÇILE, 2020   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê balafirên Rûsyayê bajarokê Kefernaha yê rojavayê Helebê bombebaran kir û li kêlekê jî hêzên rejîmê deverên Xan Esel, Raşidîn, Mensûra, Heyakil Meara, Cemîyet Kehreba, Kefernaha û Suhufiyîn ên rojavayê bajarê Helebê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) wiha daxuyand: "Dîsa şer di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên rejîmê de li derdora rojhilatê bajarokê Serqib û başûrê Meret El-Nûman bi hewldana pêşdeçûna çeteyan li gundê Ebû Cirêf, rû da."

Navendê piştrast kir ku şer bi rasthatina topbarana dualî pêk hat û tu agahiyên li ser kuştî û birîndaran ji her du aliyan, bi dest neketine.

(fr)