Erdogan destpêkirina guherandina demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand

Dewleta Tirk ragihand ku çêkirina avahiyan li herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, daye destpêkirin ku koçberên li Sûriyê yên ji herêmên dîtir revîne, bi cih bike da ku demografiya herêmê biguherîne.

Erdogan destpêkirina guherandina demografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand
17 ÇILE, 2020   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh ragihand ku welatê wî bi pratîkî dest bi avakirina avahiyan li herêmên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, kir.

Dewleta Tirk plan dike ku avahiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku şêniyên wê ji ber êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmê koçber bûne, ava bike da ku koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê û yên ku ji herêmên dîtir ji 2011’an de revîne, lê bi cih bike. Ew jî bi hewldana guhartina demografiya herêmê ye.

Erdogan ji torên çapemeniyê re wiha da zanîn: "Me dest bi avakirina avahiyan li herêmên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de kiriye ku bi hezaran mirovan lê bi cih bikin."

Erdogan got dibe ku herêmên dîtir ên li seranserê sînorê Tirkiye-Sûriyê milyonek kesan bihewînin. Li aliyekî din Erdogan wiha got li ser xaka wan zêdetirî 3 milyon penaberên Sûriyê yên ku ji destpêka şer ve revîne, hene û piraniya wan jî ji parêzgehên Heleb, Hums û Hemayê ne. Dewleta Tirk hewl dide wan li herêmên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, bi cih bike da ku demografiya wê biguherîne.

(fr)