Mijarên rojnameyên erebî – 17 Çile

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa paşxistina rola dewletên Ewropayê di mehên borî de li Lîbyayê li hember hegamonyaya Tirkiye û Rûsyayê kir, li aliyekî din jî behsa şantajkirina dewleta Tirk a cîhanê beriya destpêkirina hevdîtina Berlînê ya der barê Lîbyayê de kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 17 Çile
17 ÇILE, 2020   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibehê îşaret bi rewşa dijwar a jiyanî li Sûriyê bi sedema krîza hundirîn, destwerdanên derve, kuştina leşkerên Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ragihandina Pompeo ya beşdariya li kongreya Berlînê ya der barê Lîbyayê de kir.

EL-BEYAN: ŞERÊ LI SÛRIYÊ 5 HEZAR ZAROK KOÇBER KIRIN

Der barê aloziya Sûriyê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Pisporên mafnasî yên NY’yê li Cinêvê bi bîr xist ku aliyên nakok li Sûriyê zarokan ji salan ve hedef digirin û bi wê re jî bi milyonan zarok bûn qurbanî û koçber bûn û ji xwendinê bê par man.

Di raporeke NY’yê ya der barê rewşa Sûriyê de ji 2011’an ve, tê de binpêkirinên cihêreng li dijî zarokan ji bombebarkirin, jehrkîrin, tecawizkirin û leşkerkirina bizorê hatin eşkerekirin.

Pisporên mafnas ên NY’yê texmîn dikin ku 2,6 milyon zarok di hundirê Sûriyê de koçber in, her wiha jî 2,5 milyon koçberî derveyî Sûriyê bûne. Bi wê re jî hejmara zarokên li hundir û derve koçber in, zêdetirî 5 milyonan e.

Di rapora NY’yê de wiha hate gotin: "Zêdetirî 2,1 milyon zarok di hundirê Sûriyê de ji xwendinê bê par in."

BEWABET EL-EHRAM: 3 LEŞKERÊN TIRK DI ENCAMA TEQÎNA EREBEYEKE BOMBEBARKIRÎ DE HATIN KUŞTIN

Rojnameya Bewabet El-Ehram têkildarî teqîna ku leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê hedef girtiye, wiha got: "Çavkaniyên ewlehiyê anî ziman ku 3 leşkerên dewleta Tirk di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de di dema lêkolînkirina erebeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roja pêncşemê hatin qetilkirin."

Çavkaniyan diyar kir ku teqîn li bajarokê Silûkê bi 10 km dûrî başûrê rojhilatê bajarê Girê Spî yê bi ser sînorê dewleta Tirkiyê ve pêk hat.

ŞERQ EL-EWSET: DI ROJA DUYEMÎN DE XWEPÊŞANDAN LI SIWÊDAYÊ

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Bi dehan şêniyên Siwêdayê di roja duyemîn de xwepêşandanan der barê aloziya aborî li Sûriyê de li dar dixin."

Çalakvanan li ser torên civakî daxuyand ku di roja duyemîn de xwepêşandan li Siwêdayê bi daxwaza başkirina rewşa jiyanê li dar dikevin ku hikumet berpirsyar e. Ew jî ji ber aloziya rewşa aborî û bihabûnê pêk hat. Bihayê lîreyê Sûriyê li hember dolareke amerîkî bû 1200.

Ajansa SANA ya Sûriyê çarşemê ragihand ku tenê çend kes li qada naverasta bajarê Siwêdayê kom bûne û dirûşmên "Em dixwazin bijîn" der barê rewşa jiyanî ya li welat de berz kirin.

Emced El-Şofî ji yek beşdaran e û wiha got: "Rewşa jiyanî ya li Sûriyê nayê tehemulkirin, mûçeyên karmendan têrê nakin û tenê heta 10 rojan diajo. Em dikarin çi bikin? Dê çawa debara malbatên xwe bikin?

EL-EREB: CIVÎNA BERLÎNÊ JI EWROPAYÊ RE ŞANSEK E KU DOSYAYA LÎBYAYÊ JI RÛSYA Û TIRKIYÊ VEGERÎNE

Der barê aloziya Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Dewletên Ewropayê piştî rola wê di mehên borî de li Lîbyayê li hember hegemonyaya dewleta Tirk û Rûsyayê kêm bûn, rihniyê li ser vegerandina hakimiyetê dike, nexasim jî piştî binketina dan û standinên Lîbyayê yên duşemê li Moskovê."

Agirbest ku Enqere û Moskovê piştî 9 mehên şer li Lîbyayê li ser her du aliyan pêşniyar kiriye, bandoreke mezin çêkir.

Pêşketina rola Rûsyayê li Lîbyayê gefan li berjewendiyên Ewropayê dixwe û her wiha berjewendiyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, dewletên Ewropayê dixwe fikaran ku peymana nexşekirina sînorê deryayî bi Lîbyayê re red kir. Her wiha ew peyman jî şansekê dide dewleta Tirk ku gazê li Deryaya Spî vekolîne.

Erdogan pêncşemê wiha gotibû welatê wî dê îsal ruxsetan bide da ku li herêmên deryayî yên li gorî peymana bi Lîbyayê re xebatên vekolînê bike.

El-BEYAN: TIRKIYE CÎHANÊ ŞANTAJ DIKE Û HÊZAN DIŞÎNE LÎBYAYÊ

Der barê rewşa Lîbya de, rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "2 roj ji destpêkirina civîna Berlînê ya der barê rewşa li Lîbyayê de mane ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan itîraf kir ku welatê wî dê hêzan bişîne Lîbyayê da ku desteka çekdarên El-Wîfaq bikin."

El-Beyan ji çavkaniyên şopdar ragihand ku Tirkiye ji dema rawestandina agirbestê sûdê werdigire da ku çekdar, pispor û çekan bişîne Terablusê û destnîşan kir ku şêniyên Terablusê di rojên çûyî de dît ku hejmara çeteyên ku beşdarî operasyonên teftîşa Lîbyayê li deriyên ewlehiyê zêde bûye, ev yek jî rewşeke xitimandinê di navbera şêniyan de çêdike.

ŞERQ EL-EWSET: POMPEO BEŞDARBÛNA XWE DI KONGREYA BERLÎNÊ DE YA DER BARÊ LÎBYAYÊ DE RAGIHAND

Der barê kongreya Berlînê ya li ser Lîbyayê de, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku dê beşdarî kongreya ku li Berlînê li dar bikeve, bibe û diyar kir ku gaveke aştiyê li Lîbyayê pêk bîne."

Berpirsekî amerîkî ragihand ku Pompeo dê banga vekişandina hemû hêzên biyanî ji Lîbyayê bike û xebatên aştiyê ku NY desteka wê dike, dest pê bike.

Berpirsekî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji rojnemevanan re got: "Divê di destpêkê de parastina domandina agirbestê bê kirin."

(fr-jo)