Daîreya Têkiliyên Derve 2 zarok û jineke ji Norwecê radest kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 zarok û jineke çeteyên DAIŞ`ê radestî hikumeta Norwecê kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve 2 zarok û jineke ji Norwecê radest kirin
Daîreya Têkiliyên Derve 2 zarok û jineke ji Norwecê radest kirin
Daîreya Têkiliyên Derve 2 zarok û jineke ji Norwecê radest kirin
Daîreya Têkiliyên Derve 2 zarok û jineke ji Norwecê radest kirin
Daîreya Têkiliyên Derve 2 zarok û jineke ji Norwecê radest kirin
Daîreya Têkiliyên Derve 2 zarok û jineke ji Norwecê radest kirin
17 ÇILE, 2020   07:54
QAMIŞLO

Şandeyek ji Wezareta Karên Derva ya Norwecê bi serokatiya Erik Hosim serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo kir.

Şande ji aliyê hevserokê daîreyê Ebd Elkerîm Omer û endamên Buroya Têkiliyên Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de belgeya radestkirina 2 zarok û jineke çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Ebd Elkerîm Omer û Erik Hosim ve hat îmzekirin. Erik Hosim got: "Wezareta Derve ya Norwecê li vir hazir e, ji ber rasdestkirina 2 zarok û jineke norwecî ku yek ji wan zarokan pêwîstiya wî bi alîkariyeke tenduristî heye."

Her wiha Hosim spasiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ji ber alîkariya wan ji bo radestkirina her du zarok û jineke norwecî. Erik Hosim da zanîn ku hikumeta Norwecê fedekariya ku gelê Kurd pêşkêş kiriye û rola girîng a QSD’yê ya li dijî DAIŞ`ê îtiraf kir û got: "Em keda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser dan û standina wan bi hejmara koçberan re jî spas dikin."

Erik Hosim tekez kir ku hikumeta Norwecê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dike û got: "Me ji dewleta Tirk xwest ku êrişên xwe bisekinîne."

Erik Hosim got:  “Ez kêfxweş im ku min ewlehî û aramî di herêmê de dît."

Rêveberiya Bakur û Rojhilatî Sûriyê hata niha 171 jin û 177 zarok bi rengekî fermî radestî hikumetên wan kirin.
ANHA