Li Sûriyê 5 milyon zarok winda ne, bi hezaran mexdûrên tundiya zayendî ne

Konseya Mafên Mirovan a NY’yê destnîşan kir ku li Sûriyê 2 milyon zarok ji mafê perwerdeyê bê par mane, 5 milyon zarok winda ne û bi hezaran zarok jî rastî tundiya zayendî tên.

Li Sûriyê 5 milyon zarok winda ne, bi hezaran mexdûrên tundiya zayendî ne
17 ÇILE, 2020   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona lêkolînê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Tekbûyî (NY) encamên rapora xwe ya der barê zarokên li Sûriyê de amade kiribû, weşandin. Komîsyonê îşaret pê kir ku li Sûriyê ji 2 milyonî zêdetir zarok bi domdarî ji mafê perwerdeyê bê par dimînin, piştî ku şer dest pê kiriye, bi hezaran dibistan hatine wêrankirin an jî ji bo egerên leşkerî bi kar tînin. Komîsyonê bang li hikumeta Sûriyê û komên çekdar kir ku divê demildest bihêlin ku zaarok xwe bigihînin dibistanan û ji bo vê yekê çi ji destê wan bê, bikin.

Di raporê de bûyerên şîdet û tundiyê yên salên borî ku bûn sedem ku zarok nekarin biçin dibistanan, hatin rêzkirin. Di nav wan de, bikaranîna zarokan wek leşker, tecawizkirina li zarokên keçîn û li pêş çavên zarokan înfazkirina cezayên darvekirinê, bal kişandin.

ZAROK DIBIN MEXDÛRÊN TUNDIYA ZAYENDÎ

Raporê diyar kir ku nemaze zarok dibin mexdûrên tundiya zayendî (şîdeta cinsî) û destnîşan kir ku leşkerên rejîma Beşar Esad da ku malbatên wan bitirsînin, zarokên kur û keç ceza dikin û bi vî awayî wan îstîsmar dikin. Di rapora pisporên NY’yê de hate diyarkirin ku DAIŞ û komên din ên terorê îstîsmara zayendî li zarokan dikin. Hate destnîşankirin ku zarokên keçîn dikin bendeyên (kole) seksê û zarokên kur jî dîl digirin û mecbûr dikin ku şer bikin. Her wiha diyarkirin ku zarokên kurîn mecbûr dikin ku dîlgirtiyên di destê DAIŞ’ê de îdam bikin.

Raporê aşkera kir ku zarok di nav kêmasî, zehmetî û êşan de mezin dibin û ev yek jî dê di pêşerojê de bibe sedema pirsgirêkên psîkolojîk. Li gorî daneyên NY’yê li Sûriyê 5 milyon zarok winda ne û gelek zarok jî di êrişên li dijî deverên sivîlan de jiyana xwe ji dest da. Pisporên ku rapor amade kir, destnîşan kir ku di vî warî de xwe negihandine daneyên berbiçav. 

BI 5 HEZAR ŞAHIDAN RE HEVDÎTIN KIRIN

Komîsyona lêkolînê ya bi serkêşiya zanyarê siyasetê yê ji Brezîlyayê Paulo Sergio Pinheiro rapor amade kir û rapor serdema ji Îlona 2011’an heta Cotmeha 2019’an dihundirîne. Ji bo amadekirina raporê bi 5 hezar kesî re hevdîtin hatin kirin ku di nav de qurbanî, şervan, xizmên qurbaniyan, şahidên bûyeran û bijîşk jî hene.

ANHA