Hewlên Gerînendeya Avê ya Tirbespiyê

Gerînendeya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo gelek proje pêk anîn da ku avê bigihîne şêniyan. Her wiha wê toreyên berê sererast bike û toreyên nû dirêj bike. Tê payîn ku di dema bê de gelek projeyên din bîne cih.

Hewlên Gerînendeya Avê ya Tirbespiyê
Hewlên Gerînendeya Avê ya Tirbespiyê
Hewlên Gerînendeya Avê ya Tirbespiyê
Hewlên Gerînendeya Avê ya Tirbespiyê
16 ÇILE, 2020   08:55
QAMIŞLO

Şaredariya Gal a navçeya Tirbespyê ya girêdayî kantona Qamişlo piştî giliyên şêniyan gelek proje anîn cih da ku daxwazên şêniyan pêk bîne.

Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê di dema derbasbûyî de xeta avê ya 21 a sereke û xeta 14 a şaxî sererast kirin.

Derbarê mijarê endamê rêveber ê Gerînendeya Avê ya navçeya Tirbespiyê Hisên Xalid got: “Gerînendeyê toreya avê li gundê Girê Berî û taxa Qadîsiye ya navçeyê bi dirêjahiya 612 m berfireh kiriye,  tevî taxa Zihur. Bi vê yekê gerînendeyê av ji zêdetirî 3 hezar malbatan re peyda kir.”

Xalid diyar kir ku Gerînendeya Avê li gundên Şermûx Mezin û Şermûx Biçûk xeta avê bi dirêjahiya 600 m dirêj kir. Ji ber telefbûna toreyên avê û kehrebeyê av nedigihişt her du gundan.

Her wiha gerînendeyê 9 jêderên avê li bajarokê Ebû Firi yê girêdayî navçeya Tirbespiyê danîn da ku avê li ser bajarokê û gundên girêdayî wê belav bike.

Xalid destnîşan kir ku ew amade ne tevahiya daxwazên komîn û şêniyan girêdayî avê bînin cih. Her wiha eşkere kir ku gerînendeyê wê bîran li gundên ku av tê de kêm e bikolin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y4HvYyF7XxA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>