Çeteyên dewleta Tirk taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir

Çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên ku li bajarokê Kefirhemar bi cih bûne, îro taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê hedef girt û di encamê de zirarên madî li ser malan çêbûn.

Çeteyên dewleta Tirk taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir
Çeteyên dewleta Tirk taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir
Çeteyên dewleta Tirk taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir
Çeteyên dewleta Tirk taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir
Çeteyên dewleta Tirk taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir
Çeteyên dewleta Tirk taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir
Çeteyên dewleta Tirk taxa Eşrefiyê ya Helebê topbaran kir
13 ÇILE, 2020   11:31
HELEB-MIHEMED EBDO

Çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li bajarokê Kefirhemra yê rojavayê Helebê bi cih bûne, bi hewanan taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê vê sibehê topbaran kir û di encamê de zirarên madî çêbûn.

Piştî agahiyên avêtina hewanan, dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hudirîn berê xwe da cihê bûyerê ku sivîlan biparêzin û bermahiyên hewanan rakin.

Şahidê bi navê Cemîl Mihemed wiha got: "Ez li pêş mala xwe bûm dema dengê bihêz hat û dûman ji mala cîranê me derket û revîm hundir û hin kevirên ji ber teqîna hewanê firîne, li min ketin."

Cemîl Mihemed wiha domand: "Em ji herêm û gundê xwe yê Efrînê koçber bûn, lê dîsa jî topbaran û qirkirin li pey me ye."

Li gorî rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şukrî Mamo, hewan ji derdora Kefirhemra anku cihê bicihbûna çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker hatine avêtin û piştrast kir ku hêzên wan bermahiyên ku dê biteqin da ku tu bûyer çênebin, rakirin.

Çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker duh taxên bajarê Helebê yên di bin serweriya hêzên rejîmê de topbaran kirin û di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da û hin jî birîndar bûn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TlLoTvmM3cE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>