Dewleta Tirk bi navê "Polîsên Azad" li Girê Spî ajanên xwe belav dike

Dewleta Tirk a dagirker bi navê "Polîsên Azad" dest bi belavkirina ajanên xwe li bajarê Girê Spî kir ku piştî perwerde li Tirkiyê dîtin.

Dewleta Tirk bi navê "Polîsên Azad" li Girê Spî ajanên xwe belav dike
13 ÇILE, 2020   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên ku piştî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di 9’ê Cotmeha sala borî de dagir kirine, hebûna xwe disepîne. Da ku serweriya xwe li ser herêmê pêk bîne, dewleta Tirk a dagirker ajanên xwe bi navên cihêreng belav dike.

Têkildarî mijarê, çavkaniyên herêmî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker dewreya perwerdeyê ji gelek çeteyan re li Tirkiyê bi navê "Polîsên Azad" vekir .

Çavkaniyan da zanîn ku endamên çete li ser bingeha îstixbaratî hatin perwerdekirin û dema ku gihaştin Girê Spî, şahiyek ji wan re hat lidarxistin. Di şahiyê de hejmareke ji fermandarên artêşa dewleta Tirk a dagirker û serçete amade bûn.

Her wiha çeteyên ku hatine perwerdekirin, li nava bajarê Girê Spî hatin belavkirin.

Li aliyekî din jî çavkaniyan diyar kir ku şêniyên Girê Spî dizanin ku ev polîs ajanên dewleta Tirk a dagirker in, erkên wan îstixbartî ne.

Dewleta Tirk hewl dida ku bi rêya MÎT’ê bi hemû rêbazan, bi taybet jî bi rêya hin kesên ku navên rûspiyên eşîran lê kirine, fîtneyê di nava Kurd û Ereban de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêke. Her wiha belavkirina van çeteyan li herêmên dagirkirî bi heman armancê ye da ku serweriya xwe li herêmê bike û fîtneyan di nava pêkhateyên herêmê de çêke.

(fr)

ANHA