Qralê Urdinê hişyarî li ser vegera DAIŞ’ê û şandina Tirkiyê ya hêzan ji Lîbyayê re da

Qralê Urdinê Abdullah El-Sanî hişyar kir ku DAIŞ ji nû ve li Rojhilata Navîn xwe komî ser hev dike û piştrast kir ku belavkirina dewleta Tirk a hêzên xwe li Lîbyayê dê bi xwe re metirsiyan zêde bike.

Qralê Urdinê hişyarî li ser vegera DAIŞ’ê û şandina Tirkiyê ya hêzan ji Lîbyayê re da
13 ÇILE, 2020   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Qralê Urdinê Abdullah El-Sanî li gel kanala Fransa 24 wiha got: "Dê mijara min a dan û standinê ku dê li Ewropayê pêk bînim, der barê rûdanên sala borî ji veger û ji nû ve damezirandina DAIŞ’ê be, ew jî ne tenê li başûr û rojhilatê Sûriyê, lê belê li rojavayê Iraqê jî be."

Abdullah El-Sanî wiha domand: "Divê der barê ji nû ve vegera DAIŞ’ê de tev bigerin, ji ber ev ne tenê gefan li herêmê dixwe, lê belê li Ewropa û cîhanê jî dixwe."

Qralê Urdinê, der heqê derketina çekdarên biyanî ji Sûriyê û bicihkirina wan li Lîbyayê de wiha piştrast kir: "Bi nêrîna Ewropayê û her wiha bi sedema nêzbûna Lîbyayê ji Ewropayê ve, dê ev mijar di çend rojên pêş de bibe nîqaşa herî girîng."

Qralê Urdinê wiha lê zêde kir: "Bi hezaran çekdarên biyanî ji Idlibê derketin û li Lîbyayê bi cih bûn, lê ev jî erka me û dostên me yên li Ewropayê ye ku di 2020’an de li hember van çekdaran bisekinin."

(fr)