‘Gel yekitiya xwe ava kiriye, divê partî jî yekitiya xwe ava bikin’

Şêniyên bajarê Hesekê bang li partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û xwestekên gelan pêk bînin.

‘Gel yekitiya xwe ava kiriye, divê partî jî yekitiya xwe ava bikin’
13 ÇILE, 2020   09:44
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Yekitiya kurdî banga gelan e, lê partiyên siyasî, nakokiyên partiyan û nakokiyên artêşa Tirk bi rêya partiyên ENKS`ê derdixin, li pêşberî hêviyên gelan dibin asteng.

Beriya niha fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî însiyatîfa yekitiya neteweyî ragihandibû û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê piştgirî da însiyatîfê.

Wekî her carê artêşa Tirk bi rêya maşikên xwe yên wekî ‘Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê’ hewldana têkbirina yekitiya kurdî dike.

Di vê mijarê de ajansa me hevdîtin bi çend şêniyên Hesekê re çêkirin û nêrînên wan ên derbarê yekitiya Kurd û astengiyên li pêşiya yekitiyê de girtin.

Mihemed Bedir diyar kir ku di vê pêvajoya hesas de pêwîstiya gelê Kurd bi yekitiyê heye. Bedir got: “Di van demên dawîn de partiyên Kurd li hev dicivin. Lê dîsa jî hin partî ji banga yekitiyê direvin û sedema vê yekê jî tune ye. QSD û gelê Kurd ji bo yekitiya kurdî gavan diavêjin. Lê partiyên ENKS`ê van gavan paşguh dikin û di hembêza Erdogan de rûniştine.”

Bedir bang li partiyan kir û got: “Yekitiya xwe ava bikin û li dijî êrişên gelên Kurd dikin armanc bisekinin. Em bang li gelê Kurd dikin ku bibin yek, partiyên ku ji yekitiyê direvin di nava xwe de nehewînin.”

Şêniyê bi navê Ferhan Murad wiha anî ziman: “Partiyên ji yekitiya kurdî direvin, xwedan berjewendiyên taybet in. Ji ber fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî bang li partiyên kurdî kir û mafê vekirina buroyên xwe yên partiyê û rêxistinan da.”

Şêniyê bi navê Remedan Fetah jî got: “Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelê Kurd ji beriya çend salan yekitiya xwe mîsoger kiriye û li dijî dijminan sekinîne. Divê partiyên kurdî jî yekitiya xwe ava bikin. Em partî û siyasetmedarên payebilindiyê dixwazin, red dikin. Kesên yekitiya kurdî dixwazin divê li ser xaka welat bin û berpirsyariya gelê Kurd rakin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1dRsk0XHCKs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>