Di roja duyemîn a agirbestê de li Idlib û Laziqiyê şerê rejîm û çeteyan

Di roja duyemîn a agirbestê de, li bejahiyên Laziqiyê û Idlibê şerekî dijwar di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên rejîmê de bi hewldana çeteyan a derbasbûna herêmên di bin serweriya hêzên rejîmê de, rû da.

Di roja duyemîn a agirbestê de li Idlib û Laziqiyê şerê rejîm û çeteyan
13 ÇILE, 2020   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja 2’yan a agirbestê de, şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de li derdora Til Newara ya çiyayê Tirkmen li bejahiya bakurê Laziqiyê rû da. Her wiha li derdora Cercenaz a bejahiya rojhilatê Idlibê piştî derbasbûna çeteyên li herêmê, şer di navbera hêzên rejîm û komeke çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de derket, lê tu agahiyên li ser ziyanên mirovî bi dest neketin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku duh hêzên rejîmê zêdetirî 170 moşek û top avêtin deverên bajarê Meret El-Nûman, Meiseran, Dêr El-Şerqî, Dêr El-Xerbî, Meirşorîn, Keferbasîn, Tilmenes, Hamidiyê, Teqanê, Beerbo, Hentotîn, Rekaya, Meirşemsa, Babîla û Hêş ên bejahiyên Idlibê, bajarokê Cezraya yê başûrê Helebê, Hiwêce, Enkawî û Cib Suleyman ên bejahiyên bakurê Hemayê.

Navenda Rûsyayê ya Lihevanînê ya li Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji saet 11:00’ê roja pêncşemê ve agirbest li herêma bêçek a Idlibê li gorî peymana bi dewleta Tirkiyê re, ketiye meriyetê.

(fr)