Rojeva rojnameyên erebî-13 Çile

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li "herêmên bêçek" de nivîsîn, her wiha geşedanên li Iraqê û destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê jî di rojeva rojnameyan de bûn.

Rojeva rojnameyên erebî-13 Çile
13 ÇILE, 2020   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSET: RÛSYAYÊ DER BARÊ BINPÊKIRINA AGIRBESTÊ DE HIŞYARÎ DA

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Sûriyê de nivîsîn, bi taybet der barê rewşa Idlibê de. Rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Rûsyayê ragihand ku wan ji bo derketina sivîlan ji Idlibê 3 korîdorên mirovî vekirine û dê îro dest pê bikin, bi vê ragihandinê re Rûsya berpirsyariya têkçûna agirbesta ku beriya çend rojan ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve hatiye ragihandin, dide ser komên çekdar.

Li aliyekî din ji bo ku sivîlan ji bajêr derxin, propagandayeke mezin tê kirin û Rûsya der barê binpêkirina agirbestê te hişyariyan dide komên çekdar.

Çavkaniyeke leşkerî duh ragihand ku komên çekdar derdora balafirgeha Nêrebê ya leşkerî bombebaran kiriye, li gorî çavkaniyan, çeperên hêzên Sûriyê li derdora balafirgeha Nêrebê ya leşkerî li rojhilatê Helebê, bi moşekên Grad hatine bombebarankirin.

Wezareta Parastinê jî ragihand ku hêzên hikumetê roja şemiyê, li nêzî bajarokê Cercenaz bersiv da erişa komên çekdar.

Berdevkê leşkerî diyar kir ku nêzî 200 çekdaran bi erbeyên pik-up û çekên giran eriş kirin. Her wiha da zanîn ku hêzên çekdar bersiva erişê da û çekdar neçar man xwe paşde bikişînin.

Li gorî daxuyaniyê, leşkerên Rûsyayê di nava 24 saetan de 31 bombebaranên ji aliyê hêzên çekdar ve şopandine. Her wiha da zanîn ku hêzên hikumeta Sûriyê "Operasyonên leşkerî li Idlibê rawestandine, li herêmê balefirên şer jî nehatine bikaranîn."

EL-EREB: PIŞTÎ KU ALOZÎ GIHÎŞTE ASTEKE GIRAN ÎRANÊ XWE LI BER BAHOZA NAVDEWLETÎ TEWAND

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Li Tehranê û bajarên din ên Îranê rewş giran dibe, bi hezaran xwepêşandêr ji bo şermezarkirina hikumetê û hilweşandina rejîmê daketin kolanan. Îranê xwe li hember bahoza welatên rojava tewand û li xwe mikur hat ku artêşa Îranê balafira Ukraynayê rûxandiye ku di encamê de 176 rêwî hatin kuştin.

EL-BEYAN: DI PEVÇÛNÊN DI NAVBERA XWENDEKAR Û HÊZÊN EWLEHIYA IRAQÊ DE BI DEHAN BIRÎNDAR… 8 MOŞEK LI BAREGEHA AMERÎKAYÊ KETIN

Rojnameyê nivîsî: "Çapemeniya Iraqê li ser zimanê çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku di pevçûnên li Zanîngeha Wasit a parêzgeha Kûtê de 59 kes birîndar bûn, ji wan 48 endamên hêzên ewlekariyê ne.

Çalakvanan diyar kir ku xwepêşandêran rêyên sereke girtin, her wiha li navenda bajêr jî di navbera wan û hêzên ewlehiyê de pevçûn çêbûn.”

ŞERQ EL-EWSET: PARLEMANÊN LÎBYA Û MISRÊ BEHSA ROLA MISRÊ YA "LEŞKERÎ" LI DIJÎ "ÊRIŞA TIRKIYÊ" DIKIN

Der barê destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Serokê parlemana Misrê Elî Ebdilal û hempîşeyê wî yê Lîbyayê Aqîla Salih du daxuyaniyên nêzî hev dan û diyar kirin ku dibe parlemana Lîbyayê neçar bimîne û li dijî "êrişa Tirkiyê" bang li hêzên çekdar ên Misrê bike.

Ebdilal duh li civîna giştî ya parlemana Misrê axivî, hempîşeyê wî yê Lîbyayê jî li kêleka wî rûniştî bû. Ebdilal got: "Misr li şûna çareyên siyasî, çareyên leşkerî nade pêş, lê eger rewş aloz bû û ewlehiya neteweyî kete metirsiyê, wê çaxê hêza Misrê û destên wê yên dirêj hene."

(kn)