Li Zirganê berxwedana li dijî dagirkeriyê ya kal û pîrekê

Îsa Hesen (88) û Mûna Zafir (80) ên hevserên hev, li gundê Til El-Werid bi destên hev girtine û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin. Her du hevser bi derfetên kêm jiyana xwe dewam dikin û ji bo parastina ji obûsan jî paceyên malên xwe bi keviran tijî kirine û dibêjin em malên xwe radestî çeteyan nakin.

Li Zirganê berxwedana li dijî dagirkeriyê ya kal û pîrekê
Li Zirganê berxwedana li dijî dagirkeriyê ya kal û pîrekê
Li Zirganê berxwedana li dijî dagirkeriyê ya kal û pîrekê
Li Zirganê berxwedana li dijî dagirkeriyê ya kal û pîrekê
Li Zirganê berxwedana li dijî dagirkeriyê ya kal û pîrekê
Li Zirganê berxwedana li dijî dagirkeriyê ya kal û pîrekê
13 ÇILE, 2020   08:31
 HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran wekî tank û topan êrişên xwe yên li ser navçeyên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê berdewam dikin. Li gundê Hinegil El-Hewa û Til Mihemed ên navçeya Zirganê û gundewarên Til Temirê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çekên giran bi cih kirine.

Gundê Til El-Werid ku girêdayî navçeya Zirganê ye, her di hedefa dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, lê gel ji malên xwe derneketiye û ji bo parastina xwe ji obûsan şibakeyên xwe bi keviran girtine. Her çi qas dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin gundê Til El-Werid ji şêniyên wê yên resen vala bikin jî, şênî vê daxwaza wan bi mayîna di malên xwe de, pûç dikin.

Yek ji wan malbatan ku mala wan gelek caran bûye hedefa obûs û topên dagirkeran lê dîsa jî jê derneketine û li ber xwe didin, malbata Elewî Îsa Hesen û Mûna Zafir e. Ev malbat ji bo xwe ji obûsan biparêzin, şibakeyên malên xwe bi keviran tijî kirine, dema êrişan jî roniyê digirin û heya sibehê ji malên xwe dernakevin.

Elewî Îsa Hesen (88) ji Serêkaniyê ye û bi hevjîna xwe Mûna Zafir (80) re ku ev li gundê Til El-Werid di nav xetereyan de di mala xwe de bi tena serê xwe dijîn. Ruxmî kêmbûna pêdiviyên jiyanî ew vê asteng nabînin û nanê ku ji bo rojên zehmet hişk kiribûn, dixwin. 3 zarokên Elewî û Mûna di encama qezaya erebeyê de jiyana xwe ji dest daye û mezelê zarok û yên hemû malbata wan jî li ser girê Til El-Werid e. Daxwaza wan ew e ku heger rojek jiyana xwe ji dest bidin li kelêka zarokên wan bên veşartin.    

Ji ber emrê wan ê mezin, gelek nexweşî bi wan re çêbûne lê wan dest daye hev û ji hev re dibin derman.

‘MALA MIN NAMÛSA MIN E, RADESTÎ ÇETEYAN NAKIM’

Hesen ji bo êrişan diyar kir ku gelek caran mala wan bi zanebûn hatiye hedefgirtin û got: “Çi qas êriş bikin jî em ji malên xwe dernakevin. Çi li şervanan were wê li me jî were. Mala min namûsa min e û radestî çeteyan nakim.  Ez bimirim jî bila min li girê Til El-Werid li gel malbata min veşêrin ku ev ax ji bo min gelekî pîroz e.”

Hesen hestên xwe yên biêş ji dagirkeriya herêmên wan ji aliyê dewletan ve ji dîrokê heya niha anî ziman û got: “Osmaniyan herêma me 400 salan dagir kir, Fransiyan 2 salan, niha jî dewleta Tirk a dagirker dixwaze herêmên me dagir bike. Em vê dagirkeriyê naxwazin. Di êrişên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê de jî ji malên xwe derneketine û niha jî dernakevin.”

‘ÊDÎ BES E, EM DIXWAZIN BIJÎN’

Malbat dema êriş li ser wan tê kirin, dua dike ku xaniyên wan yê ji kerpîç xerab nebe û tu ziyan negihîjinê ku ev xanî bi gelek zehmetiyan bi keda destê xwe ava kirine.  Hesen dibejê: “Di vî xanî de me bîranînên xwe bi cih kirine, ka ez çawa dev jê berdim? Erdogan bi navê îslamê şer dike lê navê îslamê xerab dike. Ev dewletên ku li ser me planan dikin, çi ji me dixwazin? Êdî bes e, em dixwazin bijîn.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2hxfqb19r1g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>