Koçberên ji Efrînê: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin

Şêniyên Efrînê yên ku bi darê zorê ji malên xwe derketine û li kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawayê bi cih bûne, banga derxistina artêşa Tirk û çeteyên wê ji kantona Efrînê kir.

Koçberên ji Efrînê: Heta rizgarkirina Efrînê em ê li ber xwe bidin
13 ÇILE, 2020   07:46
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Şêniyên Efrînê yên bi darê zorê ji warê xwe derketine, li gund û navçeyên kantona Şehbayê û Şêrawayê tevî jiyana koçberiyê berxwedana xwe didomînin.

Çend koçberên li kampa Ewdê bi cih bûne, ji ajansa me re axivîn. Koçberan got artêşa Tirk ew bi darê zorê ji malên wan derxistin, lê dîsa jî dê li Şehbayê heta rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin.

Dayika Zeyneb Xelîl (55) got: “Artêşa Tirk û çeteyên xwe em bi darê zorê ji malên me derxistin. Lewma banga me di zûtirîn demê de artêşa Tirk ji malên me were derxistin û em jî li warên xwe vegerin. Ev 2 sal e em dûrî Efînê ne û di kampa Ewdê de bi armanca vegera li malên xwe li ber xwe didin. Artêşa Tirk û çeteyên xwe mal û milkên me  wêran kirine.”

Welatiyê bi navê Silêman Cuma yê ji gundê Beradê yê navçeya Şêrewayê got: “Dema artêşa Tirk û çeteyên xwe derbasî gundê me bûn, ez li wir bûm. Ez bi darê zorê ji mala min derxistim. Artêşa Tirk nêzî 600 darên zeytûnan qut kirin, mal û milkên min li ber çavên min wêran kirin.”

Cuma wiha dewam kir: “Çeteyekî ji min re got êdî ev mal nema milkê te ye û divê tu ji vir herî, an na em ê te bikujin. Gundê min 10 km dûrî kampa em lê bi cih bûne. Lê ji ber çete lê hene, ez nikarim herim gund. Kampa Ewdê li gundê Ziyaret ê navçeya Şêrawayê ye.”

Şêrîn Elîko wiha axivî: “Artêşa Tirk em bi darê zorê ji malên me derxistin. Lê em li Şehbayê jî ji topên artêşa Tirk xelas nebûn. Artêşa Tirk dixwaze gelan bitirsîne û koçber bike. Armanc dubarekirina senaryoya Efrînê ye.”

Şêrîn Elîko di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Efrîn tenê çend deqan dûrî me ye. Lê ji ber çete lê hene ew nikarim li malên xwe vegerin û ew ê li kampan heta rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0hciQn0ttb0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>