Pompeo ji bo hedefgirtina baregeha li Iraqê banga lêpirsînê kir

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo şeva berê hêrsa xwe li hember êrişa li ser baregeheke Amerîkayê ya li Iraqê ragihand ku bûye sedema birîndarbûna leşkerên Iraqê û bang li desthilatdarên Iraqê kir ku bikevin nava tevgerê û berpirsên van êrişan ceza bikin.

Pompeo ji bo hedefgirtina baregeha li Iraqê banga lêpirsînê kir
13 ÇILE, 2020   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Mike Pompeo bi twittekê wiha got: "Em li ser êrişên bi moşekan ên din ên li dijî baregeha asîmanî ya li Iraqê, bi hêrs in û banga şîfaya lezgîn ya birîndaran dikin û her wiha bang li hikumeta Iraqê dikin ku berpirsên vê êrişê ceza bikin."

Pompeo wiha domand: "Ev kiryarên bênavber ên li dijî serweriya Iraqê ji hêla komên ne alîgirên hikumeta Iraqê ve, divê bi dawî bibin."

Li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê, şeva berê 8 moşek li baregeha Beled a asîmanî ya li parêzgeha Selaheddîn a bakurê Iraqê ketin ku tê de leşkerên Amerîkayê hebûn û di encamê de 4 leşkerên Iraqê, di nav de jî 2 serbaz, birîndar bûn.

(fr)