​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî

Li herêma "Bê çek" şerên giran rû dan, hêzên rejîma Sûriyê tevgera xwe li nêzî Idlibê zêde kirin di demekê de Tirkiyê û Rûsyayê qala agirbesteke nû kirin. Li aliyekî din Washington û Tehranê piştî aloziyeke xeter ber bi aramiyekê ve diçin. Derbarê Lîbyayê de artêşa Lîbyayê bi kontrolkirina Sertê xewnên Erdogan xist.

​​​​​​​Mijarên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî
12 ÇILE, 2020   05:20
NAVENDA NÛÇEYNA

Rojnameyên Erebî di mijarên xwe yên hefteya derbasbûyî de behsa rewşa herêma "Bê çek", aloziya DYA û Îranê û destwerdana Tirkiyê ya di Lîbyayê de kirin.

ŞERQ EL- EWSET: ŞAM HÊZAN NÊZÎ IDLIBÊ KOM DİKE…BANGA AGIRBESTÊ YA RÛSYA-TIRKIYÊ

Rojnameyên erebî di hefteya derbasbûyî de behsa gelek mijaran kirin, ji wan rewşa Idlib û hevdîtina Erdogan û Putin. Di vê derbarê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivisî: "Hêzên rejîma Sûriyê hêzên xwe li gundewarê Idlibê zêde kirin û qewet şand herêma li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di demekê de şerê wê yên li dijê hêzên opozisyonê li başûrê rojava didome."

Di berdewama nîvisê de hate gotin: "Fermandarekî meydanî di hêzên hikûmeta Sûriyê de ji ajanseke nûçeyan a Almanî re got: Piştî topbarana li dijî baregehên artêşê qeweteke leşkerî mezin şand.

Fermandarekê leşkerî di Eniya Niştimanî ya Rizgarkirinê ya girêdayê "Artêşa Azad a Sûriyê" de got, bi sedan leşkerên hêzên hikûmeta Sûriyê, Îran û Rûsya bi dehan tank û maşîneyên leşkerî gihaştin herêmên Hadir, Ebtîn ên gudewarê başûrê Helebê.

Fermandarê Leşkerî eşkere kir ku; Piştî hêzên hikûmetê di pêşdeçûna ber bi bajarê Maret El-Nûman a gundewarê başûrê rojhilatê Idlibê  û kontrolkirina  rêya navdewletî ya Heleb-Hema de têk çû, hewl dide ber bi gundewarê başûrê Helebê ve pêşde biçe."

Di heman demê de serokê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan û serokê Rûsya Vladimer Putin teqezî li ser girîngiya agirbestê li Idlibê bi rêya pêkanîna hemû bendên girêdayî wê kirin.

EL-BEYAN: AMADEKARIYÊN AMERÎKA Û ÎRANÊ LI ROJHILATÊ FIRATÊ

Rojnameya El-Beyan li ser zimanê çavkaniyên li rojhilatê Firatê wiha nivîsî: "Hem Amerîka, hem jî Îranê amadekariyên xwe yên leşkerî li herêmên rojhilatê Firatê yên Sûriyê bi taybet li parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê welêt, zêde kirin. Bi wê re jî dibe ku bibe qada nakokiyên Amerîka û Îranê piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Quds Qasim Suleymanî û her jî niyeta Îranê ya şer li herêmê heye."

Girêdayî heman mijarê, duh sibehê balafirên nenas nuqteyên Îranê yên li Bokemalê yên li ser sînorê Iraq-Sûriyê hedef girtin ku tê texmînkirin balafirên Amerîkayê bin. Li aliyekî din jî El-Beyan li ser zimanê çalakvanên li bajarê Bokemal piştrast kir ku balafiran baregeh û navendên herî girîng ên Îranê li gundê Siwêyîyê yê li ser sînor hedef girtin û her wiha baregeha bi navê "El-Îmam Elî" ku navendên ewlehiyê yên li Bokemalê ne, hatin topbarankirin.

Ji aliyekî dîtir ve jî, DYA’yê piştevaniya lojistîk ji baregehên xwe yên li rojhilatê Firatê zêde kir. Şevê berê, zêdetirî 130 loderên lojistîkî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn. girêdayî heman mijarê, El-Beyan li ser zimanê çavkaniyên ji Dêrazorê daxuyand ku beşek ji amadekariyên leşkerî ber bi baregehên li bejahiyên Bokemal ên li zeviyê El-Umer a petrolê ve, ketin rê.

EL-EREB: KONTROLKIRINA SERT, ERKA ERDOGAN BERIYA KU DEST PÊ BIKE TEVLIHEV KIR

Têkildarî rewşa Lîbya rojnameya El-Ereb wiha got: "Kontrolkirina artêşa Lîbya li ser bajarê Sertê, erka hêzên Tirkiyê ku dest bi belavkirinê li rojavayê Lîbya kir, da ku desteka çekdarên hikumeta El-Wifaq li Terablusê bikin, tevlihev kir."

Bi kontrolkirina bajarê Sertê re, bajarê Misratê nêzî artêşê dibe, ku beriya niha artêşê heta dawiya meha çûyî dema vekişandina ji eniyên şer li Terablûsê dabû, lê hate redkirin. Ji ber bajarê Misratê bajarê giraniya aborî û siyasî ye, lê bajarê Sert rê neda ku artêş bigihîje bajarê Misratayê.

EL-BEYAN: WASHINGTON HEWL DIDIN ARAM BIBIN Û METIRSIYA ŞER DÛR DIKEVE

Der barê aloziya DYA û Îranê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Serokê Amerîkayê Donald Trump roja  çarşemê aramî bi Îranê re hilbijart. Trump got, xuya dike ku Tehran "helwesta xwe nerm dike" piştî êrişên mûşekan a li dijî du baregehên li Iraqê ku leşkerên Amerîkî lê hene. Di derbeyê ziyan ne gihaştin leşkeran. Her wiha got: Ew ji aştiya bi Komara Îranê re amade ye.