Lihevkirineke nû ya Putin û Erdogan..xelek din a koçberiyê ye

Bi navê agirbesta Rûsya-Tirkiyê rêze xeleka koçberiyan welatiyan Sûriyê didome.

Lihevkirineke nû ya Putin û Erdogan..xelek din a koçberiyê ye
11 ÇILE, 2020   20:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê vekirina 3 deriyan ji bo derxistina sivîlan ji Idlibê ragihand. Derxistina sivîlan dê ji roja Duşemê ve destpê bike.

Çavkaniyekî leşkerî girêdayî rejîma Sûriyê gotibû: "Dê 3 karîdorên mirovî ji bo sivîlên li gundewarê Idlib û Helebê ji sibe ve werin vekirin."

Heman çavkanî got: "Di çarçoveya lihevkirina Rûsya û Tirkiyê ya ji bo bajarê Idlib û gundewarê îmze kirine de hikûmeta Sûriyê dê 3 korîdorên mirovî li gundewarê Idlib û Heleb vekirin, ev kerîdor li gundên Ebû Zihûr, Hibêt û Hadirê ne."

Ev gav, piştî civîna serokê Rûsya Vladimir Poutin û hemşîreyê wê yê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan pêk tê, her du serokan di civînên xwe yên berê de li ser Sûriye lihevkirin kirin.