Trump: Divê NATO‘yê fireh bibe û Rojhilata Navîn di nav xwe de bigire

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, DYA‘ê hewl dide dewletên Rojhilata Navîn tevlî NATO‘yê bike. Trump anî ziman ku welatê wê dê cezayên din li Tehranê ferz bike.

Trump: Divê NATO‘yê fireh bibe û Rojhilata Navîn di nav xwe de bigire
9 ÇILE, 2020   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump di civînekê çapemeniyê de ku li Koşka Spî lidar xistibû got: "NATO‘yê divê li Rojhilata Navîn bi me re bibe alîkar û tevlî şerê li dijî DAIŞ‘ê were kirin."

Der barê dosyaya nûkleerî de Trump  ragihand ku wî ferzkirina cezayên nû li ser Îranê êrê kirine û got, DYA‘yê dixwaze mûzakeriyan têkildarî hevpeymanên nûkleerî re ji nû ve bi Îranê re ji nû ve saz bike.