QSD: Êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Girê Spî û Til Temirê berdewam in

Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyanî da û got: “Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundewarên Til Temir û kantona Girê Spî ya dagirkirî didomînin.”

QSD: Êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Girê Spî û Til Temirê berdewam in
9 ÇILE, 2020   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Til Temirê ya herêma Cizîzrê û gundên gundewarê kantona Girê Spî ya dagirkirî ya herêma Firatê, topbaran dikin.

QSD`ê bilançoya sê rojên êrişên artêşa Tirk a dagirker di 6, 7 û 8`ê Çileyê de eşkere kir.

TIL TEMIR

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker, di 6`ê Çileyê de bi hewan û obusan êrîşî  gundên Til Mihemed û Ing El-Hewa kirin.

Di  7`ê mehê de komên Çeteyan bi çekên giran, tang û obusan êrîşek giran birin ser gundê Til Mihemed û ser çeperên hêza Meclîsa Leşkerî a Suryanî ya li wê qadê. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bersiva êrîşan dan û di encam de şer derket.

Di dîroka 8`ê Çileyê de komên çete yên ser bi artêşa Tirk a dagirker ve li herêma gundên Menax û Feysaliyê xwestin êrîş bibin ser çeperên şervanan û herêmên sîvîl. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bersiva êrîşan dan. Di encama şerê demkurt de li vê herêmê bi qasî ku hate zelalkirin 3 çete hatin kuştin.

GIRÊ SPÎ

Artêşa Tirk a  dagirker gundên Hoşan, Xirbit Kerem, Erîdiyê, Gundê Elo, Qiz Alî, Xirbet Faris, Dibis, Ûm El-Beramîl bi çekên giran bi dijwarî topbaran kirin. Her wiha komên çete bi çekên giran herêmên sîvîl û rêya M4 a navnetewletî jî hedef girtin û bi dijwarî topbaran kirin. Di encama êrîşan de ziyanên madî gihîştin milk û zeviyên welatiyên sîvîl. Di dîroka 8`ê Çileyê de komên çete hewl dan ji gelek milan ve êrîş bibin ser gundê Dibis ji bo ku dagir bikin. Şervanên QSD û YPJ`ê bersiva van êrîşan dan û di encam de li vir 4 çete hatin kuştin û êrîş hate şikandin.

ANHA