Dewriyeya Rûsya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Aliyan derket

Piştî ku panzêrên Tirkiyê derbasî axa Sûriyê nebûn, dewriyeya Rûsya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundên herêma Aliyan a Girkê Legê derket.

Dewriyeya Rûsya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Aliyan derket
9 ÇILE, 2020   12:42
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku diviya dewriyeya Rûsya-Tirkiyê li herêma Aliyan a girêdayî Girkê Legê ya kantona Qamişlo derketa. Lê tevî ku 6 erebeyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê 2 saetan li gundê Dêrna Axê li hêviya erebeyên dewleta Tirk man jî, lê erebe derbasî xaka Sûriyê nebûn.

Paşê erebeyên polîsên leşkerî û yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji gundê Dêrna Axê dest bi dewriyeyê kir û ber bi gundên Ibrahîm, Bakrewan û Batirzan ve çûn. Piştre ji heman gundên navborî vegeriyan û berê xwe da Qamişlo.

Tê zanîn ku 8 û 16`ê Mijdara 2019`an de dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û dewleta Tirk li herêma Aliyan a Girkê Legê derketibûn. Dewriye ji aliyê şêniyên herêmê ve rastî bertekeke pir mezin hatin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YgGQQq6OaxQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>