Piştî hevdîtina Pûtîn û Erdogan… Rûsya gundewarên Idlibê bombebaran dike

Piştî hevdîtina Pûtîn û Erdogan li Tirkiyê, balafirên Rûsyayê herêmên gundewarên Idlibê û bi taybet ên Meret El-Nûman bombebaran kirin.

Piştî hevdîtina Pûtîn û Erdogan… Rûsya gundewarên Idlibê bombebaran dike
9 ÇILE, 2020   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê li asmanê parêzgeha Idlibê li ser herêma bi navê "herêmên bêçek" firiyan, di demekê de ku herêmên Meret El-Nûman û derdora wê û gundên Sercê, Babîla, Rowîha, Hamdiyê li gundewarê Meret El-Nûman bombebaran kirin.

Li eniyên gundewarên rojhilatê Idlibê şerekî bi çekên giran û topan di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û hêzên rejîmê de rû da.

Ev pêşketin piştî hevdîtina serokê Rûsyayê Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh û derxistina daxuyaniyeke hevbeş ku banga agirbestê li Idlibê dike û pêkanîna hevdîtinan der barê wê yekê de, pêk hat. Bi lidarxistina civînê re, şerekî giran li Idlibê rû da û rejîmê hêzên xwe li gundewarên Helebê zêde kirin.

(jo)