Artêşa Lîbyayê qedexeya qada hewayî berfireh kir

Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan herêma ku ji bo qedexekirina balafiran li ser paytexta Terablusê ragihandibû, berfireh kiriye û vê carê jî balafirgeh û baregeha Mietîqiye ya balafiran digire nava xwe.

Artêşa Lîbyayê qedexeya qada hewayî berfireh kir
9 ÇILE, 2020   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lîbyayê di dawiya meha Mijdara derbasbûyî de qedexekirina hewayî li ser asîmanê herêma operasyonan li Terablusê ragihandibû. Lê di wê demê de balafirgeha Mietîqiyê ji herêmê cuda kiribû û ev yek jî ji bo pêwîstiyên mirovî bû.

Li gorî radyoya RFI ya Fransayê ku milîsên Terablusê ev yek derfet dît û got Mietîqiye balafirgeha tekane ye ku li paytexta Lîbyayê di demên dawî de dixebite û ji bo derbasbûna çeteyan ji Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve, dihate bikaranîn.

Piştî ku artêşa Lîbyayê, balafireke bêmirov a Tirkiyê li herêma Boqrîn a girêdayî bajarê Sert xist xwarê, biryara berfirehkirina herêma qedexekirina balafiran hate dayîn.

Her wiha şevê din, civîna rayedarên Misrê û Ewropayê der barê Lîbyayê de pêk hat. Di civînê de hate tekezkirin ku divê destwerdana Tirkiyê were rawestandin û hevpeymana Sîrac û Erdogan ne qanûnî ye û cihê fikaran e.

(bx)