‘Sakîne di giyanê her jineke aşiqê azadiyê de ye’

Kongreya Star li Şedadê ji bo bîranîna her sê jinên şoreşger; Sakîne, Fîdan û Leyla merasîmek Ii dar xist. Rêvebera Kongreya Star Emîra El-Seed got “Şehîd Sakîne Cansîz nemiriye, di giyanê her jineke aşiqê azadiyê û koletiyê red dike de dijî.”

‘Sakîne di giyanê her jineke aşiqê azadiyê de ye’
‘Sakîne di giyanê her jineke aşiqê azadiyê de ye’
‘Sakîne di giyanê her jineke aşiqê azadiyê de ye’
‘Sakîne di giyanê her jineke aşiqê azadiyê de ye’
‘Sakîne di giyanê her jineke aşiqê azadiyê de ye’
9 ÇILE, 2020   10:17
HESEKÊ

Bi dirûşma “Bi giyanê Sakîne û Hevrînan, em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin” Kongreya Star li navçeya Şedadê merasîma bîranîna her sê jinên têkoşer; Sakîne, Fîdan û Leyla, li dar xist.

Merasîma bîranînê li eywana sporê ya navçeyê li dar ket û saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyên Şedadê, Mirgede, Erîşe û Ebdan û endamên Mala Jinan, Saziya Malbatên Şehîdan û bi dehan jin û mêr tev li merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji rêveberên kantona Hesekê Canda behsa rola têkoşer Sakîne Cansîz û hevreyên wê kir û da zanîn ku ew yekemîn jin bû ku erka rizgarkirina jinan, rêvebirina şoreşê û şikandina bendên koletiyê girte ser milê xwe. Canda anî ziman ku jin şopdarên şehîd Sakîne û Hevrîn Xelef in.

Piştre, ji rêveberên Kongreya Star a Şedadê, Emîra El-Seed jî got: “Şehîd Sakîne nemiriye, ew di giyanê her jineke aşiqê azadiyê û koletiyê red dike de dijî.”

Emîra got jinên navçeya Şedadê şopdarên rêya şehîdan in.

Merasîm bi dirûşmên şermezarkirina komkujiyan û silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(kc)

ANHA