QSD’ê beşeke dîtir a girtiyan berda

QSD’ê beşeke dîtir jî girtiyên ku destê wan di xwîna gelê Sûriyê de tune ye, bi daxwaza rûspî û şêxên eşîrên herêmê berda.

QSD’ê beşeke dîtir a girtiyan berda
QSD’ê beşeke dîtir a girtiyan berda
QSD’ê beşeke dîtir a girtiyan berda
QSD’ê beşeke dîtir a girtiyan berda
QSD’ê beşeke dîtir a girtiyan berda
QSD’ê beşeke dîtir a girtiyan berda
QSD’ê beşeke dîtir a girtiyan berda
QSD’ê beşeke dîtir a girtiyan berda
8 ÇILE, 2020   13:57
HESEKÊ

Navenda Têkiliyên Leşkerî ya QSD’ê 9 girtiyên bi tawana tevlêbûna DAIŞ’ê bi daxwaza rûspî û şêxên eşîr û Meclisa Rûspiyan a Hesekê, piştî ku hat spandin ku destê wan di xwîna gelê Sûriyê de tune ye, berdan.

Xebata serbestberdanê li Meclisa Rûspiyan a Hesekê bi beşdariya rûspî û şêxên eşîrên Ereb, Kurd û fermandarên QSD’ê pêk hat.

Di merasîma serbestberdana girtiyan de, berdevkê Navenda Têkiliyên Leşkerî ya QSD’ê Remedan Badînî wiha got: "Ev beşa duyemîn a serbestberdana girtiyên ku destê wan di xwîna gelê Sûriyê de tune ye, di sala nû de, pêk hat."

Remedan Badînî bal kişand ser ku ev girtî bi kefaleta rûspî û şêxên eşîrên di Meclisa Rûspiyan de hatin berdan.

Serokê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Husên Selmo jî wiha da zanîn: "QSD û tevahî aliyan dest bi lêpirsînan kir ku destê wan kesan di xwîna gelê Sûriyê de tune ye û li ser vî esasî radestî Meclisa Rûspiyan kirin û hatin berdan."

Husên Selmo wiha dewam kir: "Di sala borî de, me 500 girtî berdan û di sala nû de jî 350 girtî heta niha berdane. Her wiha ji wan girtiyan, 4 kes ji welatiyên Iraqê ne û radestî malbatên wan hatin kirin."

Ji aliyekî din ve jî serokê Meclisa Qebîleya Cibûr Fewaz El-Zewbia spasiya QSD’ê li ser bersivdana daxwaza rûspî û şêxên eşîran a serbestberdana girtiyên ku destê wan di xwîna gelê Sûriyê de tune ye, kir.

QSD’ê di 5’ê mehê de 34 girtî li bajarê Hesekê serbest berdabûn.

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/m9zlUfaOzgo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>