Balafirên Amerîkayê baragehên Îranê yên li Dêrazorê kirin hedef

Balafirên Amerîkayê beriya niha bi çend kêliyan hin baregehên mîlîsên Îranê yên li gundê El-Micawide yê li hemberî bajarokê Hicînê ku di bin kontrola hêzê rejîmê û mîlîsên Îranê de ye, bomebebaran kirin

Balafirên Amerîkayê baragehên Îranê yên li Dêrazorê kirin hedef
8 ÇILE, 2020   14:07
DÊRAZOR

Beriya niha bi çend kêliyan, li cihên mîlîsên Îranê yên li gundewarên Dêrazorê êriş pêk hat.

Balafiran nuqteyên mîlîsên Îranê yên li gundê El-Micawide yê hemberî bajarokê Hicînê li gudewarên Dêrazorê bombe kirin. Ew herêm di bin kontrola rejîma Sûriyê de ye.

Der barê encamên êrişê de ta niha tu agahî bi dest neketine.

Hate ragihandin ku firîna balafirên Amerîkayê li asîmanê herêmê dewam dike.

Ev êriş piştî êrişa Îranê li dijî du nuqteyên girêdayî hêzên Amerîkayê û koalîsyona navdewletî li Iraqê vê sibehê, pêk hat.

(cx)

ANHA