Beşîr: Hin partî hincetan diafrînin da ku ji yekrêziya kurdî birevin

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran şaxê bajarê Hesekê diyar kir ku gelê Kurd yek e. Lê hinek partî li gorî berjewendiyên xwe kar dikin û hincetan diafirînin da ku ji yekitiya kurdî birevin.

Beşîr: Hin partî hincetan diafrînin da ku ji yekrêziya kurdî birevin
8 ÇILE, 2020   06:15
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Bangawaziyên yekrêziya kurdî li gel êrişên li dijî tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Kurdistanê bilind dibin.

 ‘HIN PARTÎ HINCETAN DIRDIXIN JI BO KU JI YEKITIYA KURDÎ BIREVIN‘

Girêdayî mijarê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran şaxê bajarê Hesekê Mihemed Beşîr got: "Gelê Kurd yek e. Ya ku bandor li gelê me dike partiyên siyasî ne. Ji ber ku hinek partiyên kurdî li gorî berjewendî û ajandeyên xwe kar dikin, hincetan diafirînin da ku ji yekitiya kurdî birevin."

 ‘ÎNSIYATÎFA MEZLÛM EBDΠ BAŞ E Û NÊZÎBÛNEK DI NAVBERA HINEK PARTIYAN PARTIYAN DE ÇÊKIR‘

Mihemed Beşîr bal kişand ser însyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî ya ji bo avakirina yekitiya kurdî û wiha pê de çû: "Gelek însiyatîf ji bo ku yekrêziya partiyan hatin pêşniyarkirin. Herî dawîn însiyatîfa fermandar Mezlûm Ebdî ye. Encama vê însiyatîfê baş bû û hişt nêzîkbûnek di navbera hinek partiyan de çêbibe."

 ‘TIRKIYÊ ÎNSIYATÎFÊN YEKITIYA KURDÎ LI SER SIYASETÊN XWE XETER DIBÎNE‘

Beşîr di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku di vê dema hesas de Tirkiyê ajandeyên xwe bikar tîne da ku hinek partiyan ji hev dûrxîne û got: " Bi taybet partiyên Ençûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, ku hewl dide bandor li wan bike da ku rê li pêşiya yekitiya kurdî bigire ji ber ku dewleta Tirk wan însiyatîfan li ser siyasetên xwe yên hundirîn xeteriyek mezin dibîne."

 ‘PARTIYÊN KURDÎ LI PÊŞBERÎ GELÊ KURD DI EZMÛNEKÊ RE DERBAS DIBE‘

Beşîr bal kişand ser ku wek Yekitiya Rewşenbîran bi armanca pêkanîna yekitiya kurdî, panelên siyasî û diyalogê lidar xistine û got: "Yekrêziya kurdî dikeve ser milê partiyên kurdî. Ev partî niha li pêşberî gelê Kurd di ezmûnekê re derbas dibin."

 ‘DIBÊ GEL PARTIYÊN KU DI EZMÛNÊ DE BIBIN KETIN MUHESEBE BIKE‘

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran şaxê bajarê Hesekê Mihemed Beşîr wiha domand: "Eger ev ezmûn bibin ket, divê gel, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd bi lez tev bigerin û tevahiya partiyan muhesebe bikin ji ber ku di vê pêvajoya hesas û girîng de bibin ketin.  Ji bo kurdan ev derfetek dîrokî ye. Eger niha em nebûn yek em ê kengî bibin yek."

Beşîr destnîşan kir ku yekrêziya kurdî ne tenê daxwaza gelê Kurd e lê belê daxwazek cîhanî ye. Ew jî daxwaza wan yekitiya me ne.

Di dawiyê de hevserokê Yekitiya Rewşebîran şaxê bajarê Hesekê Mihemed Beşîr got: "Em ji tevahiya rayedaran dixwazin erkên xwe ji bo pêkanîna yekitiya kurdî bînin cih. Em hêvî dikin sala nû bibe sala yekrêziya kurdî."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uCKckthTIr0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>