​​​​​​​Efrîniyên li Şehbayê: Berpirsên binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê, Rûsya û Rejîm in

Şêniyên Efrînê yên ji ber êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, koçber bûne û li Şehbayê dimînin gotin: “Rûsiya û rejîma Sûriyê ji binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî me berpirsyar in.”

​​​​​​​Efrîniyên li Şehbayê: Berpirsên binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên wê, Rûsya û Rejîm in
5 ÇILE, 2020   06:15
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji herêmên dagirkirinî yên Ezaz û Efrînê deverên tijî sivîl ên navçeya Til Rifetê ya Şehbayê ku bi çend mîtreyan nêzî baregeha Rûsyayê da ber topan.

Di encama topbaranê de ziyanên madîn gihiştin milkên sivîlan.

Şêniyên Efrînê yên li navçeya Til Rifetê der barê topbaranê û encamên wê de nêrînên xwe bi me re pave kirin. Şêniyên gotin: “Hikûmeta Rûsya û rejîma Sûriyê ji binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî şêniyan berpirsyar e.”

Şêniya bi navê Mizgîn Elî, binpêkirinên artêşa Tirk binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li navçeya Til Rifetê şermezar kir û got: “Em bang li rêxistinên navnetewî dikin ku destwerdanê bike û rê li ber kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê bigire. Jiyana zarokên me di xeteriyê de ye, divê cîhan çareseriyekê ji bo me û zarokên me bibîne."

Şêniyê bi navê Îsmaîl Mustefa anî ziman ku hikûmeta Rûsya, rejîma Sûriyê û Neteweyên Yekbûyî ji qetilkirina şêniyên li navçeya Til Rifetê berpirsyar in û got:  "Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê rojane topan bi ser me de dibarîne da ku me ji bajarê Efrînê dûr bixin û navçeya Til Rifetê jî dagir bikin."

Îsmaîl Mustefa banga derxistina dagirkeran ji Efrînê kir û got: “Em xaka Efrînê ya ku em têde mezin bûne ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re nahêlin.”

Dayika Hemîda Îsmaîl destnîşan kir ku we hatine Şehbayê jî û rojane topên Tirkiyê di ser wan de dibare û got: "Ma me çi guneh kirbû heta Tirkiyê hertim êrişî me bike. Ji ber topên wan zarokên me nexweş ketine. Tirkiyê ji kuştina me têr nebû, daranên zeytûnan dibirin û dişewitînin. Dixwazin vegerim warê xwe, mala xwe, Efrîn  erdê me ye."

Şêniyê bi navê Hihyedîn Hemo destnîşan kir ku topên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li mala wî ketine û ziyanên mezin gihandin male.

Hemo anî ziman ku bargeha Rûsya bi deh kîlometreyan nêzî mala wî, lê wan dengê xwe nekir û wiha domand: "Ev ne cara yekemîn e ku dagirkeriya Tirk navçeya Til Rifetê topbaran dikin, di 2‘yê kanûnê de komkujiyeke pêk anîn di encam de 10 welatî hatin kuştin ku piraniya wan zarok bûn.

(bb)

ANHA