Meclisa Sivîl a Reqayê mamoste xelat kirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê di şahiyekê de mamosteyên herêmên Reqayê xelat kirin. Şahî li hola Tac li başûrê bajarê Reqayê bi tevlibûna nûnerên saziyên sivîl lidar ket.

Meclisa Sivîl a Reqayê mamoste xelat kirin
Meclisa Sivîl a Reqayê mamoste xelat kirin
Meclisa Sivîl a Reqayê mamoste xelat kirin
Meclisa Sivîl a Reqayê mamoste xelat kirin
Meclisa Sivîl a Reqayê mamoste xelat kirin
Meclisa Sivîl a Reqayê mamoste xelat kirin
Meclisa Sivîl a Reqayê mamoste xelat kirin
4 ÇILE, 2020   16:04
REQA

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. piştre gelek axaftin hatin kirin û kedên mamosteyan û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê di dirêjahiya sala 2019`an de silav kirin.

Di nav axaftinên hatine kirin de, axaftina hevserokatiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî meclisa Sivîl a Reqayê Delal El-Hacî ye. Delal destnîşan kir ku warê perwerdehî li herêmê piştî serdemek tarî û firkên tundrew ku di nav hişên xwendekaran de hatine çandin, gavên mezin avêtine.

Her wiha hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa kedên mamosteyan di dirêjahiya du salên derbasbûyî de tevî zehmetiyan pîroz kirin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Mişerêf destnîşan kir ku ev şahî ji bo mamosteyan gelek watedar e. Ew îsbat dike ku her kedek ji bo pêşxistina civakê û avakirina mirov tê dayîn vala naçe.

Endamê Desteya Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Hesen Mihemed Elî bal kişand ser ku ruxmî êrişên Tirkiyê û dagirkirina hinek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê gelê herêmê serkeftinên siyasî bidest xistin û bi rêya wê di 2020`an de dê Sûriyeyek yekgirtî hevpar ku bi rêya qanûnê ve ne dîktetoriyan tê birêvebirin ava bibe.

Di şahiyê de cîgirê hevserokatiya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Yûsif Mihemed banga yekkirina cilên dibistanê kir. Ji bo ku cudahiya civakî di navbera xwendekaran de sivik bibe da ku bandor li derûniya wan neke.

Di dawiyê de hejmarek xwendekaran nameyên spasiyê ji mamosteyên xwe re bi zimanên Erebî, Kurdî, Inglîzî û Firansî pêşkêş kirin. Piştre Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi tevlibûna nûnerên saziyên sivîl diyarî li mamosteyan belav kirin.

(şx)

ANHA