Bedran Çiya Kurd: Em ji diyalogê re vekirîne, lê rejîm ne cidî ye

Cîgirê hevserokatiya Meclîsa Rêveber ê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd got: “Rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî doza a stratejîk e. Em ji diyaloga bi Rejîmê re vekirîne, lê Rejîm ne cidiye. Lê Rejîm ji aliyê xwe ve li dijî me ye. Lewra wê diyalog dirêj bike."

Bedran Çiya Kurd: Em ji diyalogê re vekirîne, lê rejîm ne cidî ye
4 ÇILE, 2020   15:47
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR-BESÊL REŞÎD

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiiya Kurd di civîna salê ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê axivî. Civîn li bajarê Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar ket.

Bedran Çiya Kurd behsa geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de vekişîna Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bicihkirina hêzên xwe li herêmên din, êrişên Tirkiyê, belavbûna hêzên rejîma Sûriyê li ser xeta sînorên di navbera herêmêna Bakur Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de, berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk, piştgiriya navneteweyî û cîhanî, diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rejîma Sûriyê de û şertên diyalogê bi rejîmê re kir.

Bedran di nav gotinên xwe de serkeftina hêzên Sûriya Demokratîk û ragihandina tunebûna DAIŞ`ê ji erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir û got: "Tunekirina DAIŞ`ê yek ji sedemên pêketina têkiliyan di navbera rêveberiya me û cîhanê de bû. Hinek dewletên ku ajandeyên wê li Sûriyê hene bi taybet dewleta Tirk a dagirker ji ber vê pêşketinê aciz bûn."

Çiya Kurd wiha domand: "Ji bo ku Tirkiyê armancên xwe di tunekirina destkeftiyên me zext li tevahiyan kir. nehişt em tev li ti danûstandinekê yan jî civîneke siyasî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bibin. Wê rê li pêşiya tevlibûna me di komîteya destûrî de girt."

Çiya Kurd wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk hewl dide sûd ji Rûsya û Amerîkayê bigire. Ev her du aliyên ku hewl didin hegemoniya xwe li Rojhilata Navîn zêde bikin û li ser wê lihevkirin pêk hatin. Di encamê de Tirkiyê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Çiya Kurd wiha domand: "Ji derdora 5 salan ve em bi Koalîsyona Navneteweyî re dixebitin. Ruxmî ku Koalîsyona Navneteweyî beriya êrişa Tirkiyê soz dane wê herêmê biparêzin û li hember her êrişekê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin, lê wan soza xwe xwar, ji gelek bargehên xwe yên leşkerî vekişîn û rê dan Tirkiyê ji bo ku êriş bike. Her wiha Rûs û rejîma Sûriyê jî hêzên xwe li herêmê belav kirin. "

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk rolek mezin lîst û zextek siyasî li dewleta Tirk kir, Her wiha piştgiriyek mezin wergirt û got: "Me ewqas piştgirî texmîn nedikir."

‘RIZGARKIRINA EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ DOZA ME YA STRATEJÎK E’

Çiya Kurd teqez kir ku rizgarkirina bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî doza wan a stratejîk e û got: "Madem axa me hatiye dagirkirin em têkoşîna û berxwedana xwe heya rizgarkirina tevahiya axa dagirkirî bidomînin."

Girêdayî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û rejîma Sûriyê de Bedran Çiya Kurd got: "Lihevkirin leşkerî bû. Rejîma Sûriyê hêzên parastina sînor li ser dirêjahiya xeta sînor ji Dêrikê heya Minbicê belav kirin. gelek zext ji hêla Rûsya û rejîmê hebû. Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk li tevahiya eniyan şer dikin. Lê rejîmê li ber rêya navneteweyî rawestî û li eniyên şer belav nebû. Wê demê Rûsya ji me xwest em tevahiya herêmê radestî rejîmê bikin. Bi van gefan Rûsya xwest em teslîm bibin. Lê me serî ji wan gefan re netewand."

Bedran Çiya destnîşan kir ku berxwedana dîrokî ya Hêzên Sûriya Demokratîk li hember êrişên Tirkiyê asoyên nû ji têkiliyên bi dewletên cîhan re vekir. Dewletên cîhanê naxwazin Hêzên Sûriya Demokratîk zaîf bikeve. Ji ber ku zaîfabûna wê dê bibe sedema derketina terorê.

‘EM DI DIYALOGÊ DE BI REJÎMÊ RE CIDÎ NE’

Têkildarî diyaloga bi rejîma Srûiyê re Çiya Kurd ev tişt destnîşan kirin: "Em vekirine û bi diyaloga bi rejîmê re cidî ne. Taybetmendî û şertên me hene û em dest jê bernadin. Ev şert jî; îtîrafkirina bi Rêveberiya Xweser, parastina taybetmendiyên Hêzên Sûriya Demokratîk. Her diyalogek bi rejîmê re wê bi tevlibûna tevahiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan pêkan e."

‘REJÎMA SÛRIYÊ ZIMANÊ TUNDIYÊ LI DIJÎ ME BIKAR TÎNE Û DIYALOGA DI NAVBERA ME DE WÊ DEMEK DIRÊJ BIXWAZE’

Cîgirê hevaserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiyê de got: "Me tu gavên cidî ji hêla rejîmê ve nedît. Rûsya dixwaze nêrînên me û rejîmê ji hev nêz bike. Lê rejîma Sûriyê şertên me qebûl nake, di diyalogê de ne cidî ye û zimanê tundiyê li dijî me bikar tîne. Ji ber wê diyaloga di navbera me de wê demek dirêj bixwaze."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4NTLyqUifpw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>