Derdora sefaretxaneya DYA‘yê ya li Bexdayê û baregeha Beled hatin topbarankirin

Hate ragihandin ku derdora sefaretxaneya Amerîkaya ya li Bexdayê û baregeha hewayî ya Beled a hêzên Amerîkayê hatin topbarankirin.

Derdora sefaretxaneya DYA‘yê ya li Bexdayê û baregeha Beled hatin topbarankirin
4 ÇILE, 2020   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Alsumaria Tv ya Iraqê du hawan nêzî herêma Xedra ya nêzî sefaretxaneya Amerîkaya ya li Bexdayê ketin. Piştî topbaranê tevgera hêzên ewlekarî û leşker zêde bû.

Çavkaniyeke ewlehî yê Iraqê ragihand ku baregeha Beled a hawayî ya başûrê parêzgeha Selehedîn ku hêzên Amerîkî tê de ne, vê êvarê bi Katyusha rockets hate êrişkrin.